Polîsan li Amed û Dersimê 5 kes binçav kirin
Polîsan li Amedê serê sibehê bi ser gelek malan de girt û Îrem Alkaş, Baran Baymîs, Murat Devran û Murat Ogut binçav kirin. Sedema binçavkirina her çar kesan nehat zanîn.

Polîsan li Amedê serê sibehê bi ser gelek malan de girt û Îrem Alkaş, Baran Baymîs, Murat Devran û Murat Ogut binçav kirin. Sedema binçavkirina her çar kesan nehat zanîn. Polîsan ew birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Polîsan li Dersimê jî bi ser malekê de girt. Polîsan welatiyê bi navê Huseyîn Aslan binçav kirin. Hat zanîn ku Aslan di çarçoveya lêpirsînêk li Manîsayê hatiye destpêkirin, kirine binçavan.


