Polîsan jina 73 salî binçav kir

Polîsan li navçeya Bêrecûk a Rihayê jina 73 salî Saadet Ozen a bi nexweşiya penceşêrê ye, binçav kir.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan

Polîsan li navçeya Bêrecûk a Rihayê jina 73 salî Saadet Ozen a bi nexweşiya penceşêrê ye, binçav kir. Saadet Ozen a ji gundê Qizlerê yê navçeya Dêrîka Mêrdînê ye, dema ji bo dermankirinê diçû Îzmîrê polîsan ew ji otobusê daxist û binçav kir. Polîsan Ozen binçav kir û birin Miduriyeta Polîsan a Bêrecûkê.