Polîsan Hevseroka HDP’ê ya Mûşê binçav kir

Polîsan serê sibê bi ser mala Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Belma Nergîz de girt û ew li malê binçav kir.

•
1 deqe xwendin
•Navenda Nûçeyan

Polîsan serê sibê bi ser mala Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Belma Nergîz de girt û ew li malê binçav kir. Polîsan ewilî li mala Belma Nergîz lêgerîn kir û pişt re ew bi xwe re birin avahiya HDP’ê ya Bajêr û li avahiya bajêr jî lêgerîn kir. Polîsan piştî lêgerîna malê û avahiya HDP’ê Nergîz birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr. Nehat zanîn ku Belma Nergîz bi çi hincetê hatiye binçavkirin.