Polîsan êrîşî KESKiyan kir û gelek kes binçav kirin
Rexistinên ked û demokrasiyê ji bo kesên ku bi biryarên KHKê ji kar hatine dûrxistin li ber Wezareta Dadê daxuyanî dan. Polîsan êrîşî çalakiya KEKSîyan kir û gelek kes binçav kirin.

Bi pêşengtiya Konfedarasyona Sedîkayên Karkerên Giştî (KESK) û rêxistinên ked û demokrasiyê, ji bo kesên ku bi biryarên KHKê ji kar hatine dûrxistin li ber Wezareta Dadê daxuyanî dan. Parlamenterên DEM Partiyê Kamuran Tanhan û Memhmet Ruştu Tiryakî û endamên û nûnerên rêxistinên kedê, partiyên siyasî, saziyên sivil ên civakî tevlî daxuyaniyên bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Em karên xwe dixwazin, di nobeda edalete de ne” dinivîsî hat rakirin. Girse bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana kedkaran” û “KHK wê biçe û em ê li vir bin” berz kirin. Hevserokê KESKê Ahmet Karagoz daxuyanî da.
162 hezar kes ji karên xwe dûrxistin
Ahmet Karagoz bi bîr xist ku di 10 salên dawî desthilatê li dijî hêzên ked û demokrasiyê gelek neheqî kirine û wiha got:” Em îro ne bi tenê ji bo kesên ji kar hartine dûrxistin li vir in. Ji bo hiqûq, dadmendî, demokrasî, ewlehiya kar, mafê xebatê û ji bo pêşeroja hevpar dest bi vê nobede dikin. Ji ber ku li vî welatî bi hezaran kes ji ber sûcên nekirinê tên cezakirin. Em wek KESKê her tim li hemberî darbeyan bûn. Piştî hewla darbeya 15ê Tirmehê desthilat hemû kesên ku ji xwe re muxalîf dît ji xwe re kir hedef. Ji dema OHALê de 36 KHK hatin derxistin. Bi van biryaran re zêdetirî 162 hezar kes ji karên xwe hatin dûrxistin. Di nav van de 4 hezar û 259 kes endamên KESKê bûn. Ev kesan ji ber çi ji kar hatin dûrxistin. Wan aştî û demokrasî dixwest. Perwedehiya zimanê zikmakî dixwest. Tiştên kirine hinceta sûcan di bin mîsogeriya Makeqanûnê de ne. Di vê pêvajoyê de hevserokên partiyên siyasî hatin girtin.”
Piştî daxuyaniyê girse xwest li wir dest bi çalakiya rûniştinê bike. Polîsan nehişt û gotin ku li ber avahiya KESKê nobeda rûniştinê bikin. Girse ji Parka Guvenê heta ber avahiya KESKê ya li navçeya Çankayayê ya Enqereyê meşiyan. Polîsan li ber avahiyê êrişî girseyê kirin. Girse bi kolanê belav bû û gelek kes ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin.


