Polîsan 80 karker binçav kirin
Polîsan li Enqereyê 80 karkerên ku ji bo parastina mafên xwe xwestin bi Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî re hevdîtin bikin binçav kirin.

Polîsan li Enqereyê 80 karker binçav kirin. Karkerên madenê yên giredayê Sendîkaya Madenê ya Xweser ên ku li Holdînga SSS a Yildizê yê Doruk Madenê û Etî Gumuş Madenê yên Elezîzê dixebitin, ji bo destheqê xwe bigrin di 10ê Tebaxê de hatin Enqereyê. Karkeran xwestin bi Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî re hevdîtin bikin. Lê polîsan êrîşî karkeran kirin û 80 karker binçav kirin. Karker piştî demek şûnde serbest hatin berdan.
Piştî berdanê karkerên madenê ji bo hevdîtin bikin cardin hatin ber wezeratê. Polîsan dîka karker dorpêç kirin û mudaxale kirin. Polîsan dîsa zêdetir 80 karkerên hatibûn berdan dîsa binçav kirin.


