Polîsan 2 karkerên madenê binçav kirin
Polîsan êrîşî karkerên ku li pêş Wezareta Enerjiyê çalakiya rûniştinê dikin kir. Polîsan di êrîşê de du karkerên madenê û du sendîkavan binçav kirin.

Karkerên madenê yên giredayê Sendîkaya Madenê ya Xweser ên ku li Holdînga SSS a Yildizê yê Doruk Madenê û Etî Gumuş Madenê yê Xerpetê dixebitin, ji bo destheqê xwe bigirin 16 roj in li Enqereyêyê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Karkarên ku hatin Enqereyê bi daxwaza hevdîtinê bi Wezerata Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî re bikin, 16 rojin li ber wezaretê mafê xwe dixwazin. Karkeran ku li heqê xwe digerin carekê din ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin. Polîsan di êrîşê de pispora rêxistinê ya sendîkayê Başaran Aksu jî di navde 2 sendîkavan û 2 karker binçav kirin.


