Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ên Ewropayê ji bo şehîdan sersaxî xwest

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ên Ewropayê ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê peyamek sersaxiyê da.

•
1 deqe xwendin
Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ên Ewropayê ji bo şehîdan sersaxî xwest

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ên Ewropayê ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê peyamek sersaxiyê da.

Peyam wiha ye:

"Di van rojên ku em dikevin serdemeke nû ya dîrokî û hestyarî de navên şehîdên gelê Kurd ên li Bakurê Kurdistanê yek bi yek û bi komî têne ragihandin. Her nav, her jiyan û her şehîdek parçeyek ji dîroka gelê me ye; dîrokek ku bi berxwedan, fedakarî, êş û hêviya azadiyê hatiye nivîsandin.

Em bi rêzdarî û hurmeteke mezin bejna xwe li ber bîranîna hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin. Em bi rêzdarî bejna xwe li ber malbatên şehîdan ditewînin û bi wan re parve dikin: Bedelên ku hatine dayîn wê qet nayên jibîrkirin.

Îro gelê Kurd, ji dîroka dirêj û berdêlên hatine dayîn re bi dengekî bilind dikare vê bibêje:

Em hene.

Em wekî gelê Kurd hene.

Em xwedî ziman, çand, dîrok û nasnameyê ne.

Û em ê bi îradeya xwe pêşeroja xwe ava bikin.

Bersiva herî mezin a ku em ê bidin şehîdan ne tenê wan bi bîr bînin. Bersivabidin wan berdewamkirina rêya wan e. Ev tê wateya bi rêbaza demokratîk, hêza civakê û yekîtiyê berdewamkirina têkoşînê ye.

Di vê pêvajoya dîrokî û hestyar de, yekîtiya neteweyî ji her demê girîngtir e. Divê em cudahiyên xwe bibînin, di heman demê de divê noqteyên xwe yên hevpar jî ferq bikin. Berjewendî û mafên dîrokî yên gelê Kurd divê li ser hemû cudahiyên siyasî û rêxistinî werin girtin.

Yekîtiya gelê Kurd ne tenê daxwazek e; peywireke dîrokî ye.

Îro, gelê Kurd ji her demê bêhtir xwe nas dike, xwe wekî gel û neteweyek dîrokî dibîne; li ser bingeha hay jê bûna xwe, azadî û rêxistina civakî pêşeroja xwe ava dike.

Di vê pêvajoyê de, di têkoşîna azadî û yekîtiya de r9leke taybet a jinên Kurd heye. Jinên Kurd di hemû qonaxên têkoşîna gelê Kurd de bû deng, îrade û hêza civakê. Ji ber vê yekê, yekîtiya jinên Kurd li Kurdistan û Ewropayê ne tenê pêdiviyek îroyîn e; dikare ji bo avakirina pêşeroja gelê Kurd û ji şehîdan re bibe bersiv bibe hêzeke dîrokî.

Em bawer dikin ku jin; bi hêza xwe ya civakî, siyasî û rêxistinî dikarin di avakirina yekîtiya gelê Kurd û parastina nirxên xwe de roleke sereke bilîzin.

Hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî û silavên xwe yên kûr,

Ji bo malbatên şehîdan hurmed û serbilindî,

Û bi hêviya yekîtî, azadî û serketinê..."