Platforma Şiyar Be: Rabin

Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be li Amedê, dest bi pêngava “Rabin” kir.

•
1 deqe xwendin
Platforma Şiyar Be: Rabin

Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê ya Şiyar Be bi dirûşmeya “Li dijî hişbirê ji bo jiyaneke azad û aram RABIN!” li Parka Koşûyolû ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenter, hevşaredar, endam û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevberdevka Platforma Şiyar Be Gulşen Demîr bi kurmancî û Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Mûrat Kan jî bi tirkî daxuyanî da. 

Gulşen Demîr bal kişand ser êrîşên li dijî nirxên civakî û diyar kir ku bi rêbazên şerê taybet ê pergalê, bi taybetî ciwan û jin tên hedefgirtin û got: “Civaka exlaqî û polîtîk li pey heqîqetê diçe û li hember berjewendiyên hêzên serdest parastina nirxên xwe dike. Armanca hêzên serdest ew e ku bi rêya hişbir, fihûş û qumarê civakê teslîm bigirin, vîna mirovan lawaz bikin û wan ji rastiya wan dûr bixin.”

Ji bo parastina welat û civakê banga ‘Rabin’

Gulşen Demîr destnîşan kir ku wekî rêxistinên civaka demokratîk ên Amedê, ew ji 26ê nîsana 2025an vir ve di bin banê Platforma Şiyar Be de dimeşin û got: “Îro em dibêjin: Rabin. Li dijî bengîtiya hişbirê jiyanê, li dijî fihûşê rûmeta mirovahiyê, li dijî qumarê kedê û li dijî bêhêvîtiyê vîna azad biparêzin. Li taxan, li dibistanê û li kolanan em civaka exlaqî û polîtîk ji nû ve birêxistin bikin. Civaka rêxistinkirî xwedî hêza parastina cewherî ye; ya ku îro divê bê mezinkirin ne tirs e, wêrekî ye.”

‘Rabûn vîna parastina jiyanê ye’

Gulşen Demîr di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pêngava “rabin” ne tenê xebateke demkurt e, lê belê ew vîna parastina jiyanê û banga ji nû ve avakirina civakê ye û ev bang kir: “Em bang li ciwan, jin, malbat, saziyên demokratîk û hunermendan dikin ku em vê têkoşînê bi hev re mezin bikin. Li dijî rizîna civakê, ji bo rastî û jiyana azad em rabin û têbikoşin.”

Daxuyanî bi çepik û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.