PJAKê li Brukselê şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' silav kir
KJAR û PJAKê li Brukselê bi wesîleya salvegera çaremîn a Şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' çalakiyeke girseyî pêk anî û şoreş silav kir.

KJAR û PJAKê li Stasyona Navendî ya Brukselê bi çalakiyekê piştgirî dan çalakiya Jin Jiyan Azadî. Ji çar parçeyên Kurdistanê gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir û piştre bi zimanên Kurdî û Fransî peyamên KJAR û PJAK'ê hatin xwendin.
Di peyaman de ji bo dewamkirina têkoşîna azadiya jinan bang kirin û bal kişandin ser girîngiya pêşengtiya jinan a di Şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' de.
Di çalakiyê de peyama girtiya siyasî Werîşe Muradî ya ji bo jinan hate xwendin. Hate ragihandin ku berxwedana 'Jin, Jiyan, Azadî' bû sembola daxwaza wekhevî û edaletê ya li qada navneteweyî.
Di çalakiyê de li gel alên PJAK û KJARê her wiha pankart û wêne hatin hildan ku kiryarên rejîma Îranê şermezar dikirin. Çalakger dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Heta ku Kurdek bi tenê bimîne wê berxwedan dewam bike" qîriyan. Çalakiya ku nêzî saetekê dewam kir, bi dirûşman bi dawî bû. Komîteya amadekar spasiya beşdarên çalakiyê û piştevanan kir.


