Pîyase - Kur, dolar û krîzên aborî yên Tîrkîyeyê
Di roja me de ji bo pêşketina dewletan hin rêbazên aboriyê tên bikaranîn û her dewlet ji bo pêşketina aboriya xwe di rêbazên aboriyê yên ku bi kar tînin de guhertinan çêdikin.
Di roja me de ji bo pêşketina dewletan hin rêbazên aboriyê tên bikaranîn û her dewlet ji bo pêşketina aboriya xwe di rêbazên aboriyê yên ku bi kar tînin de guhertinan çêdikin. Lê hikûmeta Tirkiyeyê ya heyî di van demên dawî de di rêbazên şaş û qels de israr dike. Ev jî dibe sedema krîza aboriyê ku gel nikare debara mala xwe bike. Ji serê salê heya niha her çi qas aborînas û dewletên xwediyê aboriyên mezin… bibêjin ji bo enflasyon kêm bibe hewceye ku faîz bê zêdekirin jî Banqaya Navendî ya Tirkiyeyê ji serê salê heta niha faîzê bi daxwaza serokomeriyê dadixîne. Banqaya navendî ya Tirkiyeyê tenê di mehên îlon, cotmeh û mijdarê de di faîzê de 400 pûan daxist. Ev daxistina faîzê me di bernameyên din de jî diyar kir ku li ser bihayên tiştan bandoreke neyînî çêdike û yek ji sedema nirxwendakirina TL ye. Ji aliyekî ve daxistina faîzê ji aliyekî ve tunebûna ramedanê ji aliyekî ve jî gendelî û kaosên di nav siyaseta Tirkiyeyê de sedemên zêdebûna dolar in. Lê sedema sereke ya nirxwendakirina tl


