Piştî hikûmeta nû kuştin zêde bû

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji dema rûxandina rejîma Baasê ve 13 hezar û 605 kes hatine kuştin.

•
1 deqe xwendin
Piştî hikûmeta nû kuştin zêde bû

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ji dema rûxandina rejîma Baasê (Dawiya 2024) heya îro 13 hezar û 605 kes hatine kuştin.

SOHRê, bîlançoya qurbaniyan di sala 2025an wekî rêjeya kuştinê ya zêde nîşan da û ev agahî parve kir; di sala 2025an de 9 hezar 272 kes hatin kuştin, di hefteyên dawiya sala 2024an de  2 hezar û 354 kes û ji destpêka îsal (2026) ve hezar û 966 kes hatin kuştin.

SOHRê da zanîn ku rêjeya herî bilind a qurbaniyan sivîl in ku jin û zarok di nav de hene û ev agahî dan: “Li bajarê Tefesê yê gundewarê rojavayê Derayê di navbera eşîra El Zubai û eşîra El Kîlanê de şer derket. Di şer de çek hatin bikaranîn û guleyên destan hatin avêtin. Hat ragihandin ku di şer de 2 kes hatin kuştin û 3 kes birîndar bûn.” 

Li gorî SOHRê ji destpêka 2026an de 89 şerên malbatî û eşîrtî derketin. Di encamê de 72 kes hatin kuştin û 158 kes jî birîndar bûn.

Di 2 rojên dawî de 13 kes hatin kuştin

Li parêzgehên Sûriyeyê di 21ê tirmehê de di encama teqîn, gulebaran û pevçûnên eşîran de 6 kes hatin kuştin. Li gorî şopandina Ajansa Hawarê (ANHA), di 21ê tîrmehê de  li herêmên cuda yên Sûriyeyê 6 kes di bûyerên ji hev cuda de hatin kuştin ku ji wan 2 endamên hêzên hikumeta demkî ne.

Li gorî belgeyên ku gihîştine ANHAyê di 19ê tîrmehê de jî, di encama çend bûyerên ku li erdîngariya Sûriyeyê qewimîn de 7 kesên ku di nav wan de jinek û zarokên wê hene hatin kuştin. Hejmarek birîndar bûn û kesek jî winda bûye. Li kêlek vê yekê êrişên li dijî kesan û milkê wan jî derketin holê.