Piştî 27 salan hestiyên keça xwe wergirt

Piştî hewldana ji 27 salan hestiyên Suheyla Kaya (Zîlan) radestî malbata wê hate kirin ku ji Goristana Xerzanê hatibû derxistin û li Kilyosê hatibû binaxkirin.

•
1 deqe xwendin
Piştî 27 salan hestiyên keça xwe wergirt

Du ji cenazeyên ku di sala 2017an de ji Goristana Xerzanê ya li bejahiya navçeya Tetwan a Bedlîsê hatin derxistin û birin Goristana Kilyosê ya li Stenbolê, hestiyên Suheyla Kaya û Zehra Kisaolgû bûn, ku di encama testa DNAyê de diyar bû.

Malbatan piştî diyarbûna testa DNAyê cenazeyên zarokên xwe ji Goristana Kilyosê wergirtin û birin warê xwe.

Cenazeyê Suheyla Kaya li Kanîreşê, cenazeyê Zehra Kisaoglû jî li Çewlîgê bi merasîmê hatin veşartin. Piştî veşartina cenazeyan malbatan li gundên Kargapazari û Çira Cor taziye danîn.

Lêgerîna ji 27 salan

Dayika Suheyla Kaya Fakîte Kaya qala têkoşîna xwe ya bi salan a ji bo peydakirina hestiyên keça xwe kir. Fakîte Kaya ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku piştî bi îdîaya gora komî ya li Xezanê hesiyan serî li meqamên fermî dan, mînakên DNAyê dan û piştî bi salan ji wan re hate ragihandin ku hestiyên keça wê hatine dîtin.

Fakîte Kaya got, "Dilê me dişewite, dilê wan dayikan hemûyan dişewite. Gelekî giran e ku ji bo dîtina hestiyên zarokên xwe ewqas zehmetî bê kişandin" û ji wan malbatan re sebir xwest ku li cenazeyên zarokên xwe digerin. Fakîte Kaya got, "Bila hemû jî bigihêjin parçeyek ji zarokên xwe."

Bavê Suheyla Kaya, Selahattîn Kaya jî diyar kir ku 27 salan ew li benda agahiyekê ji keça xwe bûn û hêvî kir ku malbatên nikarin cenazeyên xwe bi dest bixin, di dawiya heman pêvajoyê de bigihêjin cenazeyên xwe.

Malbatê her wiha xwest pêvajoya heyî bi ser bikeve û "Aştiyeke bi rûmet û azadî" pêk were.