Piştî 12 salan coşa li Girê Koxê dîsa geş bû

Piştî 12 salan coşa Girê Koxê bi Mîhrîcanê ji nûve geş bû. Bi hezaran kesên li vir kom bûn şeveke xweş derbas kirin.

•
1 deqe xwendin
Piştî 12 salan coşa li Girê Koxê dîsa geş bû

Şaredariya Gimgimê li Girê Koxê 12emîn Mîhrîcana Girê Koxê ya 12emîn bi drûşmya “Bi hêza hunerê dê aştî bê welatê rojê” li dar xist. Hevşaredarê Gimgimê Giyasetîn Aydemîr axivî. Piştî axaftinê hunermend Navdar Denîz, Firat Guneş û Dodan li qada Koxê derketin ser dikê û konser dan. 

 12 sal in qedexe hebû

Hevşaredarê Gimgimê Giyasetîn Aydemîr li vir axivî û got: “Ji ber qedexeyan 12 sal in me nekaribû mîhrîcanê li darbixin. Mîhrîcan çand e, ziman e, xweza û huner e. Hûn jî dizanin îro pêvajoyek dewam dike. Em bawer in ev pêvajo dê çareseiyekî bîne Rojhilata Navîn. Ew jî bi saya Birêz Abdullah Ocalan e”

Hunermend Navdar Denîz, Firat Guneş û Dodan piştî axaftinan derketin ser dikê û stran strîn. Hunermendan bi reng û şêweyên xwe bi hezaran welatiyên ku qada mîhrîcanê tije kiribûn, kêfxweş kirin. Hunermendan bi zaravayên kurdî kurmancî û kirmanckî stranên xwe û yên gelêrî ji bo beşdaran strîn. Heta derengiya şevê beşdaran li ber stranên cihêreng govend gerand. Roja 1emîn a mîhrîcanê bi konsera Dodan bi dawî bû.