Piştgiriya ji bo perwerdehiya ziman zêde dibe
Komeke çalakvan, xwendekar, rojnamevan, akademîsyen, rêxistin, sendîkayên kurd û hevalbendên kurdan ên ku bi demokrasî, wekhevî û mafên mirovan ve girêdayî ne, piştgirî dan perwerdehiya bi kurdî ya Rojava û xwestin kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê.

Komeke çalakvan, xwendekar, rojnamevan, akademîsyen, sendîka û hevalbendên kurdan, îmze kom kirin û piştgirî dan mamoste, xwendekar, dêûbav û civakên Rojavayê Kurdistanê.
Komê têkildarî piştgiriyê daxuyanî dan û gotin: “Em piştgiriya wan dikin ku li dijî biryara hikûmeta demkî ya Sûriyeyê nerazîbûnê nîşan didin. Biryara ku di pratîkê de perwerdehiya bi kurdî bi bernameyeke perwerdeyê (mufredat) ya ku tenê bi erebî ye diguherîne û perwerdeya kurdî di hefteyê de daxistiye ser çend demjimêran wekî waneyeke ziman a bijarte.”
Komê da zanîn ku guhertinên nû ne tenê pirsgirêkeke bernameya perwerdeyê ye û ev tişt gotin: “Ev yek, rasterast girêdayî mafê zarokan e ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibin û mafê civakan e ku zimanên xwe biparêzin û nifş bi nifş raguhêzin. Bi dehan salan, di bin polîtîkayên Erebanîkirinê de, Kurd û civakên din ên ne-Ereb li Sûriyeyê ji mafên xwe yên zimanî û çandî bêpar hatin hiştin. Ji ber vê yekê, damezrandina perwerdehiya bi zimanê zikmakî li Rojava (Rojavayê Kurdistanê ku dikeve Bakur û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê) destkefteke dîrokî bû ku bi salan têkoşîn û îradeya hevpar hatibû bidestxistin. Ji dema damezrandina Rêveberiya bi pêşengiya Kurdan li Rojava ve, zarok bi riya perwerdehiya bi zimanê xwe yê zikmakî dikarin fêr bibin, mezin bibin û tevlî civakên xwe bibin. Paşvekişandina vê pêşketinê, hem berdewamiya perwerdehiya wan û hem jî mafên zimanî û çandî yên civakên wan dixe metirsiyê.”
Komê di berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn ku gelê Rojava ev biryar qebûl nekir û wiha lê zêde kir: “Mamoste, dêûbav, xwendekar, sendîkavanên mamosteyan û civak ji bo parastina perwerdehiya bi zimanê zikmakî daketin qadan. Bi taybetî dengê zarok û ciwanên ku zêdetirî deh salan e bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde dibin û niha li dijî jidestdana vî mafî nerazîbûn nîşan didin, pir bi hêz e. Berxwedana wan bi eşkereyî nîşan dide ku perwerdehiya zimanê zikmakî ne daxwazeke siyasî ya razber e, lê rastiyeke perwerdeyî ya zindî ye ku nifşek pê mezin bûye û ji bo parastina wê bi biryar e. Fêrkirina Erebî, nikare û nabe ku bi wateya tunekirina Kurdî – yan jî her zimanekî din ê zikmakî – ji refên dibistanan be. Kêmkirina zimanê Kurdî bo çend demjimêrên hînkirina ziman, di heman demê de ku perwerdeya zarokekî bi piranî bi Erebî tê dayîn, ne perwerdehiyeke watedar a bi zimanê zikmakî ye. Divê ti zarok neçar nemîne ku di navbera gihiştina mafê perwerdehiyê û gihiştina zimanê xwe de yekê hilbijêre.”
Koma piştgiriyê da zanîn ku fikara wan ji zarokên kurd wêdetir e û wiha bi dawî kir: “Em bi hemû civakên li Sûriyeyê yên ku zimanê wan ê zikmakî ne Erebî ye re disekinin. Sûriyeyeke demokratîk û pirdeng nikare bi yekrengkirina zimanî bê avakirin. Divê ew cihêrengiya zimanî ya hemû gelên xwe nas bike û biparêze. Em bi biryardarî li cem mamoste, xwendekar, dêûbav, sendîkavan û civakên ku li seranserê Rojava nerazîbûn nîşan didin, disekinin. Daxwaza wan ne ji bo îmtiyazê ye, lê ji bo wekheviyê ye: mafê parastina Kurdî û zimanên din ên zikmakî wekî zimanên perwerdehiyê û jiyana giştî. Em bang li sendîkayên mamosteyan, perwerdekar, akademîsyen, rêxistinên civaka sivîl, civakên Kurd û parêzvanên mafên mirovan ên li çaraliyê cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin van xwepêşandanan û bi eşkereyî li dijî lawazkirin û jinavbirina perwerdehiya zimanê zikmakî dengê xwe bilind bikin.
Herwiha, em bang li Rêveberiya bi pêşengiya Kurdan a li Rojava dikin ku her lihevkirineke ku perwerdehiya bi zimanê Kurdî ji holê radike red bike û saziyên perwerdehiyê yên ku di deh salên borî de hatine avakirin, biparêze. Divê Kurdî wekî zimanê hînkirin, perwerdehiyê û jiyana giştî bimîne. Zimanê zikmakî ne îmtiyazek e. Ew mafekî bingehîn e. ji bo parastina vî mafî, em li cem gelê Rojava ne.”


