Peyman Viyan: Em ê gelê xwe biparêzin
Hevsreoka PJAKê Peyman Viyan der barê geşedanên dawî yên Îranê de axivî û got Îran xwe ji bo şer amade dike û got: “Em li alî çarseriya demokratîk in. Lê li dijî hêzên me tehdîd dikin em xwe amade dikin.”

Piştî şerê ku Îsraîl û DYAyê li hember Îranê da destpêkirin şûnde, rejîmê polîtîkayên ewlehiyê tund kir û zextên li ser muxalefetê dijwar kir. Bi taybet jî li hember kurdan êrîş zêde kirin.
Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Peyman Viyan der barê mijarê de ji JINNEWSê axivî.
Peyman Viyan balkişand ser şerê ku navbera Îran-Îsraîl-DYAyê de didome û ev tişt anî ziman: “Ev şerê navbera her sê dewletan û şerên li herêmê hemû cîhanê eleqeder dike. Rêber Apo şerên li herêmê wek 3yemîn Şerê Cîhanê pênase kiribû. Ev şer li cîhanê belav bûye. Şer navbera Îran, Îsraîl û DYAyê de didome.”
Peyman Viyan daxuyakirin ku li Rojhilata Navîn ji bo projeyan bikin jiyanê Îran di hedefê de ye û rewşa Îranê li Rojhilat şer zelal dike û ev tişt got: “Ev şerên demdirêjin. Di şerê li dijî Hamasê de me dît ku şer demdirêje. Ji bo Rojhilata Navîn plan û projeyek nû dewrê de ye. Ev plan û proje jî ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîne di Zîrveya NATOyê tiştên li Rojhilata Navîn tên jiyîn, şerê Îranê û rewşa Rojhilata Navîn bûye rojeve.”
‘Ji bo şerekî mezin amadekariyê dikin’
Peyman Viyan anî ziman ku di şerê navbera rejîma Îran û Îsraîl-DYAyê de tu kes bi ser neketiye û wiha got: “Her du hêz jî bi ser neketine. Di şer de yên dikevin zorê dibêjin me hêz girtiye. Ji ber vê jî her sê dewlet ji bo şerekî mezin amadekariyê dikin. Welatên din yên herêmê jî nav de ne. Hêzên NATOyê parçeyek vê ne. Enî ava kirine. Îran niha Boxaza Hurmuzê wek alava tehdîdê bikar tîne. Boxaza Hurmuzê hemû cîhanê eleqeder dike. Ji ber vê tiştên li Îranê jiyîn di rojeva hemû cîhanê de ye.”
Peyman Viyan diyar kir ku Îran navber xwe de pirsgirêkên mezin dijî û got: “Rejîma Îranê di vê pêvajoyê de amadeye ku di hinek rewşan de tawîzan bide. Îran bi rewşa xwe ya heyî nikare şer bimeşîne. Belkî heta demekê bimeşîne. Du rojan carê dibe ku xwe serkeftî nîşan bide. Lê ev ji bo şerê nû û kûr amadekarî ye.”
‘Îran her cara qels dibe serî li tehdîdan dide’
Peyman Viyan êrişên Îranê yên li hember herêmên PJAKê û 4 endamên YRKê yên jiyana xwe ji dest dane bibîr xist û rewşa heyî nirxand: “Îran her cara qels dibe serî li tehîdan dide. Îran pêvajoyên şer ji xwe re wek derfet dinirxîne. Îran di nokteyeke qels de ye. Ji ber gel li dijî rejîmê ye. Ji ber vê jî êrişê muxalîfan dike. Ji ber xwe ji bo pêvajoyek nû amade dike. Kî ne ev muxalîf? Jin in, ciwan in û kurd in. Hêza alternatîf ya nav gelê kurd kîjan e? PJAK e.”
Peyman Viyan anî ziman ku rejîm herî zêde êrişê jinan, ciwanan dike, dervekirinan zêde dike. Şerekî 39 rojan berdewam kir hebû. Peyman Viyan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em wek PJAKê xeta xwe didomînin. Me xeta xwe ya sêyemîn her tim parast. Dema rejîm ket pêvajoya muzakereyê êrişê hêzên me û gel kir. Rejîma Îranê bi salane di vê zîhniyetê de israr dike. Serhildana Jin Jiyan Azadî jî ji vir dest pê kir. Em wek PJAKê têkoşîna xwe di xeta jin jiyan azadî de dimeşînin. Rejîm ji şoreşa Jin Jiyan Azadî ditirse. Şoreşa gelên Îranê bi Jin Jiyan Azadî dest pê kir. Şoreşa Jin Jiyan Azadî navenda wê Kurdistan e. Kurdistan xwedî zîhniyetek demokratîk e. Tirsa rejîmê jî ji ber vê ye. Kurd li Rojhilata Navîn aktorê esas in. Divê her kes vê wisa bizanibe.”
‘Îran di amadekariya şerê mezin de ye’
Peyman Viyan bi lêv kir ku Îran di amadekariya şer de ye û wiha pê de çû: “Hem li hember hêzên hundir hem jî yên derve di amadekariyê de ye. Lê tirsa Îranê ya esas hêzên hundirin. Ji ber hêzên derve bi forma nû xwe ji şerê nû re amade dikin. Hêzên derve dizanin ku Îran ji hundir darbeya mezin nexwe wê emrê wan dirêj bibe. Ji ber vê Îran li dijî hêzên kurd, tehdîdan dike. Bi vê dixwazin bitirsînin.”
Peyman Viyan destnîşan kir ku wek PJAKê 22 sale ji bo parastina gel têdikoşin û wiha axivî: “Em ji bo azadiya gelê xwe têdikoşin. Gelê kurd niha pêşeng e. Bala hemû hêzan li gelê kurd e. Ji ber alternatîfa gelê kurd heye. Em bi salane ji bo gelê xwe têdikoşin. Em ji bo parastina gelê xwe amdekariyan dikin. Li dijî hêza ku tehîdan dike em amadekariya şerê mezin dikin.”
Peyman Viyan wiha domand: “Li Îranê siyaseta demokratîk esas bihata girtin wê ev pêvajo nehatibana jiyîn. Îran pirçandî, pirzimanî ye. Mozaîka gelan e. Ew mozaîk di siyaseta rejîma Îranê de fetisiye. Siyaseta demokratîk a Rêber Apo li bakurê Kurdistanê daye destpêkirin ji bo her çar parçeyî derbasdar e. Hêza çareseriya pirsgirêka hemû gelan e. Em ji bo Rojhilat, Kurdistan û Îranê jî pergala demokratîk dixwazin. Em vê xeta têkoşînê esas digirin. Em ê di siyaseta demokratîk de israr bikin.”
‘Dixwazin li her çar parçeyî plana îmhayê bikin dewrê’
Peyman Viyan da xuyakirin ku di nokteya yekitiya neteweyî de xebatên wan stratejîkin û ev ji bo hemû Kurdistanê derbasdar e û got: “Niha ji bo kurdan hinek plan û proje hene. Di van plan û projeyan de mafên kurdan tune ne. Dixwazin îmha û înkarê ji nû ve li her parçeyê Kurdistanê bikin dewrê. Ji ber vê divê yekitiya neteweyî di rojeva me de be û em bi ruhê yekitiyê xwe biparêzin. Wek PJAK, helwesta me ya hevpar, di esasa xurtkirina hev de ye. Li dijî vî şerî mezin em dikarin bi ruhê yekitiyê bikevin parastinê. Her parçe nav xwe de yekitiyê ava bike, ev yekitî wê li her çar parçe derbasdar be. Dixwazin bi siyaseta parçekirinê kurdan tune bikin. Divê li dijî van hêzan em bibin xwedî helwestek radîkal. Hêvîdarim ku wê yekitiya kurdan hîn saxlemtir derkeve holê.”
Peyman Viyan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her kesî hêza PJAKê nas kir. Em hatin astek hêzê ya xwedî plan û pratîk. Şerê der barê PJAKê de hat meşandin jî vala hat derxistin. Bala hemû hêzan li PJAKê ye. Mîsyonek PJAKê ya wisa heye. Em tu hêzeke ku kurdan nabîne qebûl nakin. Ji bo PJAKê derî vebûn. Em xwedî hêzeke têkoşînê ne.”
‘Tirkiye li gorî berjewendiyan tevdigere’
Peyman Viyan wiha dawî li axaftina xwe anî "Tirkiye jî li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Dixwaze li herêmê bibe xwedî rola sereke. Rewşa Îranê ji bo xwe wek xetereyek mezin dibîne. Ji ber vê Tirkiye bi hemû derfetên xwe aliyê Îranê girt. Ji ber rewşa Îranê wê rewşa Tirkiyeyê jî diyar bike. Ji bo Îran li ser piyan bimîne hewl da. Lê piştî hevdîtina NATOyê helwesta Tirkiyeyê guherî. Ji ber li gorî berjewendiyan tevdigere. Lê Tirkiye ji bo xwe xilas bike divê xwedî li pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin derkeve. Li gorî vê divê gavan bavêje. Divê gelê kurd jî li dijî vê siyasetê hişyar be.”


