Pêşnûmeya qanûna pêvajoyê pêşkêşî Serokatiya Meclîsê hate kirin

Pêşnûmeya qanûna çarçoveyî “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” pêşkêşî Serokatiya Meclisê hate kirin.

•
1 deqe xwendin
Pêşnûmeya qanûna pêvajoyê pêşkêşî Serokatiya Meclîsê hate kirin

Serokê Koma AKPê Abdullah Guler li gel rayedarên din ên AKPê û MHPê li Meclisê derbarê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî, “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” civîna çapemeniyê li dar xist.

Guler diyar kir ku pêşnûme bi nêzî 360 îmzeyan pêşkêşî Serokatiya Meclîsê hatiye kirin.

Pêşnûme piştî Serokatiya Meclisê û Komîsyona Edaletê ya Meclisê were Desteya Giştî ya Meclisê û paşê bibe qanûn.