Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome. Gelek xwendekar û pirtûkhêz bi awayekî girseyî serdana pêşengehê dikin.

•
1 deqe xwendin
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê, Odeya Bazirganiyê ya Amedê û TUYAPê ve li Navenda Fûar û Kongreyan a Navneteweyî ya Mezopotamyayê tê lidarxistin di roja 5emîn de berdewam dike. Di pêşengehê de gelek nivîskar, helbestvan pirtûkên xwe îmze dikin, bi xwînerên xwe re tên ba hev, li ser gelek mijaran nîqaş û gotûbêj tên kirin.

Di roja 5emîn de hat dîtin ku gelek xwendekarên dibistanên Amedê tev li pêşengehê bûn. Pêşengeh bi serdanên girseyî didome.

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome1.jpg