Pêşengeha Pirtûkan a Amedê dest pê dike

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê dê di navbera 26ê Îlonê û 4ê Cotmehê de bi beşdariya Weşanxaneyên Kurdî û gelek weşanxaneyên din bê lidarxistin.

•
1 deqe xwendin
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê dest pê dike

Îsal jî 10emîn Peşengeha Pirtûkan a Amedê dê bê lidarxistin. Pêşengeh bi hevkariya Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê, Odeya Bazirganiyê ya Amedê û TUYAPê dê li Navenda Fuar û Kongreyan a Navneteweyî ya Mezopotamyayê dê di navbera 26ê Îlonê û 4ê Cotmehê de pêk were. Weşanxaneyên Kurdî û saziyên ziman û çanda Kurdî jî wê di pêşengehê de cih bigirin û standên xwe vekin. Amadekariyên pêşengehê berdewam dikin. Pankart û afîşên pêşengehê li navenda Amedê hatine daliqandin.