Pêşengeha Pirtûkan a Amedê bi dawî bû
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê piştî xizmeta 9 rojan bi dawî bû.

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê, Odeya Bazirganiyê ya Amedê û TUYAPê ve li Navenda Fûar û Kongreyê a Navneteweyî ya Mezopotamyayê hat lidarxistin di roja 9emîn de bi panel, gotubêj û tevlîbûnek girseyî bi dawî bû.
Îro jî gelek nivîskar, helbestvan pirtûkên xwe îmze kirin, bi xwînerên xwe re hatin cem hev û li ser gelek mijaran nîqaş kirin û panel hatin kirin.


