Partiyên siyasî xwestin kurdî bibe fermî
Partiyên siyasî yên Qamişloyê bertek nîşanî sînordarkirinên di perwerdehiya kurdî de dan û xwestin ku kurdî di hemû beşên perwerdehiyê de bibe zimanê perwerdehiyê.

Partî û hêzên siyasî yên Qamişloyê der barê biryara Wezareta Perwerdê ya xwendina zimanê kurdî de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin bi dirêjahiya 12 salan ji temenê Rêveberiya Xweser û şoreşa Sûriyeyê gelê kurd mafê xwe yê xwezayî û dîrokî yên perwerdehiya bi zimanê kurdî bi dest xist. Proseya perwerdehiyê di tevahî qonaxên xwendinê de; ji zanistî, wêjeyî û heta zanîngehê bi rê ve bir û serkeftineke baş bêyî tu pirsgirêkan bi dest xist.
Li ser van bingehan partî û hêzên siyasî van nêrîn û nirxandinan parve dikin:
“Em hemû biryarên qismî yên ku mafê Kurdan ê fêrbûn û hînkirina bi zimanê dayikê bin pê dikin, red dikin.
Em daxwaz dikin ku perwerdehiya zimanê Kurdî li dibistanên fermî di hemû astan de, hem di şaxên zanistî, hem jî yên wêjeyî de, heta perwerdehiya zanîngehê, wekî salên berê, ji nû ve were destpêkirin û bicihkirin, wekî mafekî neteweyî û dîrokî ku nayê tawîzdan.
Ferzkirina her guhertinek ji nişka ve di zimanê mataryalan de gefê li sed hezaran xwendekaran dixwe ku ji berdewama perwerdehiya xwe bê par bimînin û ji ber ferzkirina zimanekî din dê pêvajoya perwerdehiyê ber bi hilweşînê ve bibe.”
Di dawiyê de hat gotin ku zimanê dayikê beşek bingehîn ji nasname û hebûnê ye û desteserkirina wê di bin hincetên siyasî yan jî îdarî de nayê qebûlkirin.


