Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serîlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 42 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê...

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 42 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind Îmraliyê tê ragirtin, 42 meh in tu agahî nayên girtin. Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlum Dînç ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.


