Parêzer Tugay Bek: Em kujeran nas dikin
Parêzer Tugay Bek anî ziman ku di ser qetilkirina belavkarê rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdu re 12 sal borîn lê cînayet nehatiye ronîkirin û got: “Em berpirsiyar û kujeran nav bi nav dizanin, me ew pêşkêşî dosyaya dozê jî kirine. Tişta ku kêmasiya wê tê hîskirin îradeya siyasî ye.”

Kadrî Bagdu piştî 17 salên belavkariya rojnameya Azadiya Welat ku bi KHKê hatibû girtin dikir, di 14ê Cotmeha 2014an de li Taxa Şakîrpaşa ya li ser navçeya Seyhan a Edeneyê, dema ku bi bîsiklêta xwe belavkariya rojnameyê dikir, di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin. Parêzer Tugay Bek, der barê bûyerê û pêvajoyê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Tugay Bek anî ziman ku tevî di ser qetilkirina Bagdu re 12 sal derbas bûne jî kujerên wî nehatine derxistin holê û dosya bêyî ku têkiliyên wê yên bi DAIŞê bên lêkolînkirin wekî "kiryar nediyar" hat hiştin.
Tugay Bek bi bîr xist ku cînayet di sala 2014an de di serdema çalakiya piştgiriyê ya li dijî êrişên DAIŞê yên li ser Kobanê de pêk hatiye û diyar kir ku di heman serdemê de li Edeneyê 2 kesên din jî hatine qetilkirin. Bek destnîşan kir ku her sê cînayet jî ji aliyê heman hucreya DAIŞ'ê ve hatine kirin û wiha axivî: “Ji aliyê DAIŞiyan û hin komên cîhadîstan ve êriş li ser van xwepêşandana protestoyî hatin kirin. Li Edeneyê jî li taxên Kuçukdîkîlî, Kîremîthane û taxên dişibin wan êriş hatin kirin. Di vê serdemê de ligel Kadrî Bagdu 2 kesên din jî hatin qetilkirin. Ev her 3 cînayet jî ji aliyê heman hucreya DAIŞê ve hatin kirin. Lêbelê dosya wekî kiryar nediyar hatin hiştin.”
Bek bal kişand ser nakokiyên di lêpirsînê de û ev tişt anîn ziman: “Mirovên ku beşdarî xwepêşandanên li Taxa Şakîrpaşayê bûbûn, bi rêya MOBESE û kamerayên ewlehiyê hatin tespîtkirin, hatin darizandin, cezakirin û girtin. Ev heman kamera çi hîkmet be motosîklêta ku di nava rojê de Kadrî Bagdu kuşt tespît nekir. Nehat diyarkirin ku motosiklêt ji aliyê kê ve dihat ajotin, plakeya wê çî ye, berê xwe da ku derê û ber bi kû ve çû. Em dizanin ku milîtanê DAIŞ'ê ê bi navê Talîp Guler li Sûriyeyê hatiye girtin û anîne Tirkiyeyê û tê gotin ku ji MÎT'ê re hin îtiraf kirine. Lê di çarçoveya lêpirsîna Kadrî Bafdu de heta niha îfadeya wî nehatiye girtin. Li gorî fikra me israrek heye ku ev dosya wek kujer nediyar bê hiştin."
Tugay Bek bi bîr xist ku ji bilî cînayeta Kadrî Bafdu, êrişên bi bombeyan yên di 10'ê Cotmeha 2015'an de li EdenE û Mersînê li dijî avahiyên HDP'ê hatibûn kirin jî nehatine ronîkirin. Bek anî ziman ku Savaş Yildiz ê ku êrişên navborî pêk anîbû, di îtirafên xwe yên piştre de gotibû ku ji aliyê MÎT'ê ve hatiye perwerdekirin û destnîşan kir ku neronîkirina van dosyayan encama nêzîkatiyeke dişibe vê ye.
Tugay Bek behsa daxuyaniyên Wezîrê Edaletê Akın Gurlek yên derbarê ji nû ve lêpirsîna dosyayên kiryar nediyar de jî kir û xwest ku cînayeta Kadrî Bagdu jî ji nû ve bê lêkolînkirin û wiha got: “Em nav bi nav dizanin ka kê ev cînayet kiriye, me ew pêşkêşî dosyaya dozê jî kiriye. Ev dosya ne dosyayên neyên çareserkirin in, kujer ne di rewşeke ku neyên dîtin de ne. Tişta ku kêmasiya wê tê hîskirin îradeya siyasî ye.”
Tugay Bek diyar kir ku divê astengiyên li ber lêpirsînê bên rakirin û bang li Wezareta Dadê kir û got: “Em dixwazin ku dest biavêjin van dosyayan jî û lêpirsînên ku wek kiryar nediyar hatine hiştin ji nû ve bê lêkolînkirin. Divê astengiya li ber çareseriya van cînayetan ji aliyê Wezareta Dadê ve bê rakirin.”
Tugay Bek anî ziman ku heta cînayeta Kadrî Bagdu û cînayetên siyasî yên dişibin wê neyên ronîkirin aştiya civakî nikare bê pêkanîn û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ji bo bi rastî aştiyek pêk were, helalkirinek çêbibe, wijdana giştî rehet bibe, divê hêzên li pişta van cîinayetan derkevin holê û bên darizandin. Em tenê dikarin di welatekî wisa de ku edalet û ewlehî lê hatibe avakirin û aştî pêk hatibe de bijîn.”


