PAK: Îranê fosfora qedexekirî bikar anî
PAK’ê diyar kir ku Supaya Pasdarên a Îranê di êrişa bi dronan a li ser Herêma Kurdistanê ya Federal de fosfora spî ya kîmyewî bikar aniye.

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), der barê êrişa ku Îranê bi dronan biribû ser baregehên pêşmergeyan ên li Herêma Kurdistanê ya Federal de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniya ku PAKê li ser platforma xwe ya medyaya dijîtal da de hat diyarkirin ku Pasdaran êrişê wan kiriye û çekên qedexekirî û teqemeniyên ku fosfora spî tê de hene bikar anîne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî mudaxeleya bijîşkî yên li ser 9 pêşmergeyên birîndar hatine kirin, hat tespîtkirin ku ziyana ji ber gulebaranê çêbûye berfireh, bêkontrol û wêranker e. Her wiha hat gotin: “Li ser nebatên li devera armancgirtî, hat îspatkirin ku firokeyên xwekuj (dronên kamikaze) yên ser bi Komara Îslamî ya Îranê ve madeya qedexekirî fosfora spî hilgirtine.”
Di daxuyaniyê de hat teyîdkirin ku bikaranîna teqemeniyên bi vî rengî, yên ku şopên şewatê yên hovane, kujer û bêçare li ser tenduristiya mirovan û jîngehê dihêlin, binpêkirina aşkere ya prensîbên bingehîn ên hiqûqa navdewletî ya mirovî (Peymanên Cenevreyê) û prensîba çekên qedexekirî ye.
Di daxuyaniyê de bang li Sekreterê Giştî yê NY, Encumena Ewlekariyê, Encumena Mafên Mirovan a NY, Komîteya Navneteweyî ya Xaçê Sor (ICRC) û hemû saziyên berpirsiyar ên mafên mirovan hat kirin ku ji bo cezakirina Îranê tavilê dest bi gavên qanûnî yên teqez bikin.


