Omer Çelîk: Divê rêxistin hem li Tirkiye, hem li Iraq, Sûriye û Îranê jî çekan berde
Berdevkê AKPê Omer Çelîk têkildarî qanûna çarçoveyî bi lêv kir ku ji bo ku armanca ‘Tirkiyeya bê teror’ û ‘herêma bê teror’ rêxistin hem li Tirkiye, hem li Iraq, Sûriye û Îranê jî çekan berde.

Berdevkê AKPê Omer Çelîk li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî rojevê daxuyanî da. Omer Çelîk bal kişand ser derbasbûna qanûna çarçoveyî di Desteya Giştî de wiha axivî û ev tişt anî ziman: “Duh rojeke dîrokî bû. Meclisa me bi dengeke mezin qanûna çarçoveyî ku dê rêxistina ji holê rake erê kir. Bi hewldanên Serokkomarê me û birêz Devlet Bahçelî ew pêvajo gihişt vê merhaleyê. Hin caran alozî û pirsgirêk derketin lê bi îradeya Serokkomarê me û birêz Bahçelî pêşiya pêvajoyê vêbû. Li meclisê komîsyonek ava bû û komîsyonê raporeke ku nexşerê diyar kir amade kir. Bi 468 dengan derbasbûna qanûna çarçoveyî ji aliyê siyasî ve jî wateyeke mezin e.”
Di berdewama axaftina xwe de Omer Çelîk bi lêv kir ku Kurd di şerê Îranê de nebûn aliyên şer û planên li ser tevlihevkirina herême vala derxistin. Omer Çelîk destnîşan kir bi dengdayîna 468 dengên erê ji bo qanûna çarçoveyî peyamên girîng dane û wiha got: “Ew peyam dê bandor li ser Iraq, Îran û Sûriyeyê jî bike. Ew dê bêjin; Pirsgirêkek wisa mezin bi qanûn dikare çareser bike û dê bandoreke bi vî rengî li ser wan herêman jî bike. Hinek dixwazin di navbera zarokên Firat û Dîclê û Kizilirmakê de şer derxînin. Em jî ji bo zarokên Dîcle û Firatê û Kizilirmakê destê hev bigirin çi ji destê me were em ê bikin.”
Omer Çelîk anî ziman ku ji bo ku armanca ‘Tirkiyeya bê teror’ û ‘herêma bê teror’ rêxistin hem li Tirkiye, hem li Iraq, Sûriye û Îranê jî çekan berde û wiha pê dê çû: “Piştî radestkirina çekan Desteyên Şopandinê bên avakirin û ew destê dê bişopînin. Bi rapora Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) jî qanûn dê bikeve meriyetê. Ew qanûn gaveke şênber ji bo nexşerêya berdana çekan û tasfiyekirina rêxistinê bi mîsogeriya qanûn e. Ya girîng gihiştina armancê ye.”


