OHDê ji M.Saît Yildirim banga TAGê kir

OHDê ji bo girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim ê ku piştî hevdîtina lijneyê krîza dil derbas kir û li nexweşxaneyê rastî hewldana kelepçekirinê hatibû, banga çalakiya TAGê kir û xwest ku Yildirim demildest bê berdan.

•
1 deqe xwendin
OHDê ji M.Saît Yildirim banga TAGê kir

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ji bo girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim ê ku 21 meh in cezayê wî qediyaye, di hevdîtina Lijneya Îdare û Çavdêriyê de ji ber poşmanî lê hat ferzkirin piştre krîza dil derbas kir û li nexweşxaneyê rastî hewldana kelepçekirinê hat, banga çalakiya TAGê kir. OHDê destnîşan kir ku divê bi lez tedawiya Yildirim di şert û mercên ewle de bê kirin û ew bê berdan.

OHDê bal kişand ser parastina mafê jiyan û tenduristiyê yê Mehmet Saît Yildirim, xwest tedawiya wî di şert û mercên ewle de bê kirin. Komeleyê bang li hemû endam, şax û raya giştî kir ku bi awayekî xurt tevlî çalakiya li ser medyaya dijîtal bibin da ku dengê girtiyên nexweş bê bilindkirin.

Hûrgiliyên çalakiya Xê wiha ne;

Dîrok: 26ê Tebaxa 2026an – Çarşem

Saeta Bangê: Piştî saet 21:00

Tagên Kampanyayê:

#JiBoMehmetSaîtYildirimAzadî

#HastaMahpuslaraÖzgürlük

#MehmetSaitYıldırımSerbestBırakılsın