OHD: Li girtîgehên Egeyê mafên girtiyan dixwin

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHDê ya Îzmirê rapora binpêkirina Herêma Egeyê ya li 13 girtîgehan aşkere kir. Li gorî raporê li girtîgehan hîn şert û mercên girtiyan nehatiye başkirin.

•
1 deqe xwendin
OHD: Li girtîgehên Egeyê mafên girtiyan dixwin

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHDê ya Îzmirê rapora 6 mehan a binpêkirina mafên girtiyan a li 13 girtîgehan bi civina çapemeniyê aşkere kir. Endama Komîsyonê Nehîr Bîlece rapor xwend û diyar kir ku hîn şert û mercên girtiyan nehatiye başkirin û got: “Li ruxmê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk mafên girtiyan ên tenduristiyê, ragihandinê tê binpêkirin û hîn li dijî girtiyan muameleyên xerab û îşkence didome. Dîsa mafên girtiyan ên berdanê têne astengkirin. Girtî bi awayekî keyfî rastî cezayê dîsîplînê tên. Mafê girtiyên jin ên xweser tên binpêkirin. Her roj bi dehan kes li dijî binpêkirina mafan serî li komeleyê dide.”