Nûvedaniya nivîsê

Çerx rêwîtiya me kurt dike û teknolojî asoyê me fireh dike; lê belê nivîsandin bîra me diparêze û mayînde dike. Ew pirek e ku rabirdûyê bi kêliyê û kêliyê bi pêşerojê ve girê dide.

•
1 deqe xwendin
Nûvedaniya nivîsê

Mirov tenê ne ji bo ku bijîn; her wiha ji bo ku wateyê bidin geşedanên borî û ji wan sûdê werbigirin hatine dinyayê. Yek ji taybetmendiyên herî girîng ku mirovan ji candarên din vediqetîne, şiyana veguhastina ezmûnên jiyanê ye. Nivîs, amûra herî bihêz a vê veguhastinê ye. Ji ber vê yekê, gotinên devkî ji bîr dibin û difirin; lê belê gotinên nivîskî dimînin û mayînde dibin. Ev ezmûn yek ji rastiyên herî kûr ên dîroka mirovahiyê ye. Nivîs, şanenava herî mezin a  mirovahiyê ye ku ti dem û serdem nikarin wê bidin jibîrkirin.

Peyva devkî derbirîna ewil a mirovahiyê ye. Mirov berî her tiştî şahî, xem, hesret û hêviyên xwe bi rêya peyvan parve dike. Lê, peyva devkî ya ku wê kêliyê tê gotin, wekî bayê ye; radibe deng vedide û bi demê re wenda dibe. Nivîs, berevajî vê yekê, peyvê radestî demê dike. Ew di navbera rabirdû û dahatûyê de pirekê ava dike û vediguhêze bîranînekê ku ji temenê mirov wêdetir û dirêj dibe.

Dahênana nivîsê tenê ne rêbazek nû ya ragihandinê ye; ew yek ji serketinên demê yên herî mezin ên mirovahiyê ye. Ji ber ku bi hatina nivîsê re, zanîn êdî tenê ne baweriyeke narîn e ku di bîranînê de vehewe; her wiha dibe kevirekî bingehîn ê mayîndetiyê, berdewamiyê û mîrateya hevpar a mirovahiyê. Dîrok jî  bêyî nivîsê, bi piranî ji çîrokên jibîrkirî pêk tê; belê zanîn bi saya nivîsê, ji rêwîtiyeke westiyayî wêdetir dibe alaveke hevpar, domdar û mayînde. 

Heke nivîs tune be; ti mirov nikarin der barê raman, kêf, zagon, helbest û xewnên mirovên ku bi hezaran sal berî me jiyane agahdar bibin. Em ne dikarin dengê wan bibihîzin û ne jî  rûyê wan bibînin. Tiştên ku mirovên berê bi bîra me tînin; nivîsên ku li gor ceribandinên demê hatine nivîsandin û veguhestin in. Nivîsên li ser keviran, sembolên ku li ser tabletên axê hatine kolandin, xêzikên ku li ser pergamentê hatine nivîsandin û peyvên ku di rûpelên pirtûkan de cih girtine hemû bi awayekî bêdeng bîra kolektîf  a mirovahiyê parastine.

Mezinahiya rastîn a şaristaniyekê tenê ne bi qesrên ku wê ava kirine yan jî bi erdên ku ew fetih kirine tê pîvandin. Mezinahiya rastîn bi mîrateya rewşenbîriyê ya ku li dû xwe dihêle tê pîvandin. Ji ber ku kevir bi demê re dihelin, dîwar dikumişin û împaratorî dirûxin; lê dîsa jî, dema ku ramanên bihêz ji bo nivîsandinê têne veqetandin, ew bi sedsalan dom dikin. Bi vî rengî, abîdeyên herî mayînde yên şaristaniyên mirovahiyê yên ji mermer hemû ji peyvan têne çêkirin.

Nivîs, herwiha ew danûstandina mirov a xwe bi xwe ya herî demdirêj e. Dema mirov dinivîse, tenê berê xwe nade kesên din; mirov di heman deme de bi wijdan, rabirdû û paşeroja xwe re diaxive. Pênûs carinan dibe alava mikurhatin,  hesabdîtin, darizandin an jî çalakiyeke bêdeng a dem û serdemên borî. Lewma, nivîsandin tenê ne pêvajoya li pey hev a rêzkirina tîpan e; ew aşkerekirina giyanê mirov bixwe ye.

Hêza herî mezin a nivîsê tenê xwe di parastina agahiyan de nade der; hêza wê ya rastîn ji şiyana wê ya azadkirina ramanê tê. Her ramaneke nivîskî rê li ber ramanên nû vedike. Pirtûkek dibe sedema çend pirtûkên din, gotarek dibe sedema lêkolîneke nû, û hevokek dibe sedema guherîn û veguherîna jiyana mirov. Di dîroka mirovahiyê de gelek mînakên wisa pêk hatine.. Veguherînên mezin pirî caran berî ku bigihîjin wijdana civakê, bi pênûsê dest pê dikin. Ji ber vê yekê, pênûs tenê ne amûreke nivîsandinê ye; ew dawera/sembola berpirsyariyê ye jî. Çimkî nivîsandin hem ava dike û hem jî wêran dike. Hevokek tenê dikare hêviyê geş bike, her wekî ku dikare wê ji holê jî rabike. Rêzikek nivîskî an risteyek helbestekê dikare banga biratiyê pêk bîne. Heman rêzik an riste  dikare agirê lêkdan û pevçûnê jî gur bike. Lewma, exlaqê nivîsandinê jî bi qasî hêza wê girîng e. Bi rastî nivîseke bedew, dilapkiyeke herî mezin e. 

Mirovahî îro serdemeke dîjîtal dijî. Her roj bi milyonan peyv têne hilberandin, parvekirin û weşandin. Lê zêdebûna peyvan nayê wateya zêdebûna wateyê. Li cihê ku deng zêde dibe, deng li hev dikevin; li cihê ku lezgînî hebe, kûrahî wenda dibe. Nivîsandina rastîn ne naverok e ku bi lez were bikaranîn; ew şopek e ku gelek tiştan fêrî mirov dike da ku ji nû ve bifikire. Tiştê ku pêdiviya mirovahiyê pê heye ne pirbûna nivîsandinê ye, vegotina rastiyê ye. 

Her pirtûkek ezmûneke girîng a rabirdûyê; her wiha  peyameke watedar a ji bo dahatûyê ye. Dibe ku nivîskarê/a wê  pirtûkê êdî ne sax nebe, lê hest raman û boçûnên wî/wê bi me re diaxivin. Ev rastî,  derhozeya mûcîzeya nivîsandinê bixwe ye: Lewra mirov dimire û dengê wî qut dibe, lê nivîsandina wî berdewam dike. Bi vî awayî, nivîsandin qadeke wisa ye ku mirov li wê qadê mayînde û nemir dibin.

Nivîsandin di heman demê de kiryareke dilsozî, dilawerî û wêrekiyê ye. Ji ber ku her ramanek ku ji bo nivîsandinê tê veqetandin, ji darizandina demê re vekirî ye. Nivîskar tenê ne ramana xwe,  di heman demê de wijdana xwe jî aşkera dike. Bi vî awayî, erka rastîn a pênûsê ya ji bo zanînê dilsozî, wêrekî û berpirsyariyê divê. Nivîsên bê dilsozî neçarî jibîrkirinê ne, lê yên ku  rastiyê vedibêjin, ji nivîsên din vediqetin û mayînde dibin. 

Dibe ku nirxê herî mezin ê nivîsandinê tam li vir diyar dibe. Nivîsandin mirovên ku qet hevdu nedîtine tîne cem hev, wan li dora ramaneke hevpar dicivîne. Du kesên ku heman pirtûkê dixwînin dikarin di heman hevokê de wekhev bifikirin.  Her çend ku bi sedsalan ji hev cuda bin jî. Di heman rêzê de li hev dikin. Bi vî rengî, nivîsandin ji agahdariyê bêhtir ruhê kolektîf ê mirovahiyê hildigire, vediguhêze nifşê bê. 

Peywira mirov a îro ne tenê nivîsandin e, parastina mafê mirov û peyva nivîskî ya di suxreya rastî, wijdan, dadperwerî û mirovahiyê de ye. Çimkî nivîs tenê wê demê dibe nirxekî hêja yê ku giyanê mirov dilxweş û şanaz dike. Peyv tenê wê demê wateya xwe ya rastîn dibîne ku tenê ne li ber çavan di dil de jî cihê xwe dibîne.

Bi rastî nivîsandin yek jinûvedaniyên herî mezin ên mirovahiyê ye. Agir laşên me germ dike, çerx rêwîtiya me kurt dike û teknolojî asoyê me fireh dike; lê belê nivîsandin bîra me diparêze û mayînde dike. Ew pirek e ku rabirdûyê bi kêliyê û kêliyê jî bi pêşerojê ve girê dide. Bi saya nivîsandinê, zanîn kom dibe, çand geş dibe û şaristanî radibe; mirov mirinê derbas  dikin û bi pêşerojê re diaxivin. Ji ber vê sedemê, pênûs tenê ne amûrek e ku peywirekê hildigire; ew sparteyek e ku li ser milên demê tê danîn. Her hevokek nivîskî, girêdaneke nû ye ku tevlî bîra  kolektîf a mirovahiyê dibe. Ji ber vê yekê ye ku gotineke kurt, kûr û watedar, bi sedsalan mayînde dibe û hergav wek xwe dimîne.