Numan Kurtulmuş û Devlet Bahçelî civiyan
Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş têkildarî qanûna çarçoveyî li koma MHPê bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re civiya.

Serokê Giştî yê Meclîsê Numan Kurtulmuş têkildarî qanûna çarçoveyî li koma MHPê bi Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî re hevdîtin kir. Numan Kurtulmuş dê di seat 14.00an de Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan re û di seat 16an de jî Kemal Kiliçdaroglu ku bi biryara ‘Betalkirina Teqez’ weke Serokê Giştî yê CHPê hat peywîrdarkirin re hevdîtinê bike.


