Nobeta li Strasboûrgê hefteya 742'an de ye
Nobeta Azadiyê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 25ê Hezîrana 2012an de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, di hefteya 742an de ye.

Nobeta ku li Strasboûrg a ku saziyên weke Konseya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê lê ne tê domandin, piştî greva birçîbûnê ya di sala 2012an de hatibû destpêkirin. Ji wê demê heta niha 742 hefte ye Kurdistanî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nobetê digirin. Mahsûm Nisêbînî, Hasan Îsbert, Serhat Mahmûk û Şivan Ozlu yên ku ji kantona Aargau ya Swîsreyê hatine, nobeta hefteya 742an dewr girtin.
Mahsûm Nisêbînî li ser navê komê axivî û diyar kir ku ew ê ji bo azadiya Rêber Apo hefteyekê nobetê bigirin û bi bîr xist ku ev 14 sal in li Strasboûrgê daxwaza azadiyê bênavber tînin ziman.
Nisêbînî destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo tê wateya azadiya gelê Kurd û diyar kir ku nêzî du sal in pêngaveke nû ya aştî û demokrasiyê tê meşandin. Nisêbînî anî ziman ku piştî banga Rêber Apo û gavên ku avêtin, Tevgera Azadiyê û gelê Kurd jî tiştên ketin ser milê wan bi cih anîn.
Nisêbînî destnîşan kir ku divê dewleta Tirk di pêvajoya pêş de ji aliyê xwe ve gav biavêje û got, “Niha tê payîn ew e ku dewleta Tirk ji aliyê xwe ve di qada hiqûqî û siyasî de gav biavêje.”
Nisêbînî diyar kir ku hin pêşketin çêbûne lê ev ne têrker in û destnîşan kir ku divê gelê Kurd hem li Kurdistanê hem jî li dîasporayê xwedî li pêngava aştî û demokrasiyê derkeve.
Mahsum Nisêbînî di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku bibin yek û wiha pê de çû: “Di serî de divê gelê Kurd li her derê bibe yek, yekîtiya xwe xurt bike û li ser bingeha pêngava Rêber Apo azadiya xwe gav bi gav bi pêş bixe.”


