Nobeta Azadiyê ket hefteya 289an
Nobeta Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dewam dike, ket hefteya 289an. Çalakgeran vê hefteyê Qirkirina Êzidiyan protesto kirin.

Nobeta Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, di 25ê Çileya 2021an de dest pê kir. Nobet her çarşem li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê didome. Vê hefteyê bang li hêzên navneteweyî kirin ku berpirsyariya xwe ya li hember azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bînin. Çalakiya vê hefteyê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna Denîz Firat, Dilşêr Herekol, Egîd Civyan, Mam Zekî Şengalî, Berfîn Nurhaq, Nûjîn Sêrt, Seîd Hesen, Dijwar Feqîr, Zerdeşt Şengalî, Pîr Çeko, Berîvan Şengal, Nûjiyan Erhan û cangoriyên qirkirina Êzidiyan destpê kir. Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Cenevreyê Serhat Polat daxuyanî da çapemeniyê.
Serhat Polat bi hezaran jin û keçên ku di êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞê di 3yê Tebaxa 2014an de li Şengêal pêk anîn de hatin revandin bi bîr anî û şehîd Zekî Şengalî, Fermandar Dilgeş û hevrêyên fedaî di salvegera 12an a qirkirinê de bi bîr anî.
Serhat Polat da zanîn ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk nêzîkî du sal in berdewam dike û gavên ku Tevgera Azadiya Kurd di vê pêvajoyê de avêtine dîrokî ne û got: “Mîsogeriya destûrî ya mafên demokratîk û siyasî yên gelê Kurd girîng e. Ger bi rastî behsa aştî û jiyaneke xwişk-biratî dikin, divê dilsoziya xwe ne tenê bi gotinan, di heman demê de bi gavên şênber û pêbawer nîşan bidin."
Di dawiya daxuyaniyê de banga verastkirina qanûnî û berdana hemû girtiyan hat kirin.


