Newroz Ehmed entegrasyona YPJê û siberoja têkoşîna jinan nirxand
Endama Fermandariya Giştî ya YPJê Newroz Ehmed ji ajansa Rojnewsê re derbarê peymana bi hikumeta veguhêz û tevlîbûna di nava Wezareta Hundirîn de axivî. Ehmed destnîşan kir ku tevî guhertina nav û formê jî, ew ê parastina xweser û têkoşîna ji bo mafên jinan li seranserê Sûriyê bidomînin.

Di 29ê çileya 2026an de, di navbera HSDê û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de peymanek hate îmzekirin. Di nav dema borî de ji bo pêkanîna bendên vê peymanê gelek hevdîtin hatin kirin. Yek ji wan bendan jî ew bû ku HSD dawî li rengê xwe yê heyî bîne û bi liwayan cihê xwe di nava artêşa Sûriyê de bigre. Di 25ê tebaxê de Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Abdî li Koşka Gel a Şamê bi daxuyaniyek fermî ragihand ew HSDê fesih dikin. Di 26ê Tebaxê de jî civînek di navbera Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Wezareta Karên Hundirîn a hikumeta veguhêz a Sûriyê de hat lidarxistin. Di civînê de hatibû ragihandin ku dê YPJ jî weke hêzeke taybet di nava Wezareta Hundirîn de cihê xwe bigre.
Derbarê civîna hatî lidarxistin û encamên wê de Endama Fermandariya Giştî ya YPJê Newroz Ehmed bersiva pirsên ajansa Rojnewsê da û ji rola YPJê ya di nava Wezareta Hundirin heya di rêxistinkirina tevajî jin û civakê de erkê ku wê YPJê ji niha û şûn ve bigire ser milên xwe, gelek pirsên ku raya giştî meraq dike zelal kirin.
‘YPJ wê di nav Wezareta Hundirîn de cih bigire’
Newroz Ehmed destnîşan kir ku ji destpêka xebatên entegrasyonê heta niha têkoşîn ji bo wê yekê tê dayîn ku YPJ di herêmên xwe de bimîne, parastina gelên herêmê, tevahiya jinan û herêmê bike û bi awayek serbixwe û rêxistinkirî bimîne. Newroz Ehmed tifaqa di navbera YPJ’ê û hikumeta veguhêz de weke gava yekem a entegrasyona demokratîk nirxand û wiha berdewam kir: ‘’HSDê bi xetên giştî entegerasyona xwe bi encam kir, sedema hevdîtinên me ew bû ku em pêşeroja YPJê jî diyar bikin. Di hevdîtinan de bi zelalî hate ser ziman ku di Wezareta Parastinê de jin nînin. Herî kêm di rewşa heyî de ne gengaz e, lê di pêşerojê de mimkûn e ku guhertin pêk bê. Ji ber Sûriye bi xwe jî di guhertin û veguhertinê re derbas dibe. Lê niha hukumeta heyî jê re ne vekirî ye û amadekarî ji bo wê nehatine kirin. Ji bo wê dê YPJ di nav Wezareta Hundirîn de cih bigre. ’’
‘YPJ dixwaze weke foceke taybet cihê xwe bigire’
Endama Fermandariya Giştî ya YPJê Newroz Ehmed ku diyar kir ew dixwazin di nava Yekîneyên Taybet ên Wezareta Hundirîn de cih bigirin û derbarê vê mijarê de ev agahî dan: ‘’Em zêdetir bi Wezareta Parastinê re hevdîtin dikin da di wir de cihê xwe bigirin. Di nava Wezareta Parastinê de jî em dixwazin di nava Yekîneyên Taybet de cih bigirin. Ji ber ew yekîneyên oparasyonê ne. YPJ xwedî hêz e û tecrube ye. Ezmûnek têr û tije di nav şer de bidest xistiye.’’
Newroz Ehmed da zanîn ku di hevdîtinan de ji wan re hatiye pêşniyarkirin ku weke kes an jî kom serlêdanên xwe bikin lê ji bo wan tiştê girîng ew e ku ew hêza rêxistinkirî ya YPJê biparêzin û wiha berdewam kir: ‘’Armanca me ew e em di nava focên Yekîneyên Taybet de, weke focekê cihê xwe bigrin. Di nîqaşan de hat gotin, dibe foc nebe, weke ketîbe (tabûr) yên taybet ên xweser werin bi rêxistin kirin û bi wî awayî em beşdar bibin.’’
‘Em ê bi têkoşînê hebûna xwe biparêzin û zîhniyetê biguherînin’
Newroz Ehmed teqezkir ku ew ê bi têkoşînê bikarin hebûna xwe biparêzin, rengê jinê bidin hikumeta ku di gelek aliyan de jinan qebûl nake û bi van nirxandinan balkêşa li ser hevdîtinên ku wê ji niha pêde bê kirin: “Em jî cara yekem e beşdarî Wezareta Hundirîn dibin. Di nava yekîneyên taybet ên Wezareta Hundirîn de jin cih nagirin. Di sîstema wan a heyî de, jin di nav yekîneyên taybet de nînin. Hêzên dewletê jî ev dem wekî dema ceribandin û tecrubeyan dibînin. Em dixwazin li parêzgeha Heleb û Hesekê, Kobanê û Cizîrê ku hêzên me lê ne wekî ketîbe (tabûr) bimînin.”
‘Erka me ya sereke parastina jinan û civakê ye’
Newroz Ehmed destnîşan kir ku ew girêdayî armancên xwe yên ku li ser hatine avakirin in û wê her bi erka xwe ya parastina jin û civakê rabin û û ev yek anî ziman: “Em ji armancên xwe yên bingehîn tawîzê nadin. Em dixwazin di nava rêveberiya wê de jî weke xweser cihê xwe bigirin. Wan jî gotin ew ê nîqaş bikin û bersivê bidin. Em nikarin bêjin ev mijar zelal e û bi dawî bûye. Lê car din em ê bi têkoşîna xwe di nava artêşê de cihê xwe bigirin da ku jin hîn bêhtir bi rêxistinkirî bin, bi awayek çalak di hemû beşan de cihê xwe bigirin.”
Newroz Ehmed piştrastkir ku daxwazên wan daxwazên tevahiya jin û civakên Sûriyê ne, divê di destûra Sûriyê de mafê jinê bê misogerkirin û balkêşa li ser hişmendiya ku hukumetê bi rêve dibe û wiha got; “Em nikarin bêjin hişmendiya heyî ji vê guhertinê re vekirî ye. Guhertina vê zîhniyetê wê bi têkoşînê û di pratîkê de bê dîtin. Ne tenê YPJ divê hemû beşên ku jin di nav de cih digrin têkoşîna vê yekê bidin meşandin. Ev gava yekemîn e, têkoşînek xurttir pêwîst e.’’
‘Modela me wê ji bo tevahî Sûriyê bibe modelek mînak’
Newroz Ehmed anî ziman, çawa ku di nava şoreşa Rojava de pêşengiya jinê hêza demokrasiyê xurtir kir ew di wê baweriyê de ye ku beşdariya di nav yekîneyên taybet ên Wezarata Hundirîn de jî wê guhertinek zelal bide çêkirin û wiha pê de çû: ‘Wê tevlîbûna jinan di her alî de bandorê li ser pêşeroja wê jî bike. Îsrara me jî ji bo wê yekê ye ku jin hebûn û rengê xwe diyar bikin. Modela ku heta niha me esas girtî di serî de herêmên me, ji bo tevahî Sûriyê jî dikare bibe modelek nûjen. Hemû herêmên Sûriyê ji vê re vekirî ne.’’
‘Emê Sûriyek hîn azad û demokratîk ava bikin’
Endama Fermandariya Giştî ya YPJê da xuyakirin ku ew di wê baweriyê de ne, beşdariya YPJ’ê ya nav hikumetê wê di Sûriyê de jî guhertin û veguhertinê bide çêkirin, û bendewariyên xwe wiha anî ser ziman: “Beşdarbûna jinan wê bawerî, hêvî û rengekê nû bide nîşandan ji vê hêzê re. Em di wê baweriyê de ne ku Sûriyek hîn azad û demokratîk ava bikin. Ev beşdarbûna me dê bibe gav û wesiyeleyek ji bo vê yekê.”
Endama Fermadariya giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJê Newroz Ehmed di dawiya nirxandinên xwe de banga bilindkirina têkoşînê li tevahî jin û civaka azadîxwaz kir û got: “ Divê em ji têkoşîna xwe ya hevbeş bawer bikin. Ev ne gava dawî ye û ti tişt ne qediyaye. Dibe wekî nav YPJ nemîne, lê wê têkoşîna me her bidome. Fikra ku me li ser têkoşîna xwe da destpêkirin, elbet wê bi rê û rêbazên cuda bê meşandin. Baweriya me heye ku em deskeftiyên hîn xurttir bi destbixin û mayînde bikin.’’


