Nevîn Îl hat defînkirin

Seroka DTSOyê Nevîn Îl ku li Stenbolê wefat kir, li Amed hat definkirin. Jin, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên cur bi cur ên ku di merasîma cenazeyê Nevîn Îl de axivîn, diyar kirin ku ew ê mîrateya ku Nevîn Îl di têkoşîna azadiya jinan, civaka sivîl û cîhana karsaziyê de hiştiye biparêzin.

•
1 deqe xwendin
Nevîn Îl hat defînkirin

Nevîn Îl li nexweşxaneyek Stenbolê ku lê dihat dermankirin wefat kir, piştî merasîma cenazeyê li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê hat definkirin.

Malbata Nevîn Îl, siyasetmedar û nûnerên gelek sazî û rêxistinan beşdarî merasîma li Goristana Yenîkoyê bûn. Di axaftinên ku di merasîmê de hatin kirin de, tevlibûn Nevîn Îl di têkoşîna azadiya jinan, xebata wê di civaka sivîl de û rola wê di cîhana karsaziyê de hatin destnîşankirin.

'Ji bo gelek jinan bû çavkaniya hêzê'

Sevim Vural li ser navê Meclîsa Jinên Karsaz a DTSOyê axivî û diyar kir ku Nevin Îl jiyana xwe ji bo têkoşîna wekhevî û azadiya jinan terxan kiriye û destnîşan kir ku ew bi xebat û ruhê xwe yê têkoşer ji bo gelek jinan bûye çavkaniya hêzê. 

Sevîm Vural bi destnîşankirina ku Nevîn Îl di salên 1990î de di nav damezrîner û nivîskarên Kovara Jinên Kurd a Jiyan de cih girtiye, diyar kir ku ew bi salan di tevgera jinên kurd de çalak bûye. 

Sevim Vural her wiha destnîşan kir ku Nevîn Îl di damezrandina Meclîsa Jinan a di nav Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amed (DTSO) de roleke pêşeng lîstiye û got: "Wê roleke berfireh û yekgirtî girt ser xwe bêyî ku nasnameya xwe ya kurd an helwesta xwe tawîz bide."

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Nevîn Îl wekî "şoreşgerek, welatparêzek û jineke ku qet dev ji têkoşîna xwe berneda" pênase kir. Serra Bucak bi bîr xist ku Nevîn Îl heta dawiya jiyana xwe xebatên xwe domandine û got: "Ew heta kêliya dawî ya hêza xwe beşdarî civîn û çalakiyan dibû.  Her tim ew kes bû ku piştgirî û hêz dida. Ew piştevaniya ku îro jin û civak nîşanî wê didin, şahidiya herî mezin a wê mîrateya kûr e ku wê li pey xwe hiştiye."

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî diyar kir ku Nevîn Îl jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û jinan terxan kiriye û wiha lê zêde kir: "Em xatir ji hevaleke şoreşger, welatparêz û femînîst dixwazin. Xwişka Nevîn ji bo me hemûyan hevalek bû. Em ê xwedî li têkoşîn û xebatên wê derkevin."

Piştî axaftinan, tabûta Nevîn Îl li ser milên jinan hat hilgirtin û li Goristana Yenîkoyê hat definkirin.

Hat ragihandin ku sersaxiya ji bo Nevîn Îl dê li Mala Sersaxiyê ya Weqfa Orfioglu ya ku li ser "Rêya 50 Metreyî" ya navçeya Peyasê ye, were qebûlkirin.