‘Nedîtina statuyê kêmasiya mezin e’

Hevserokê Giştî yê ÎHDê Cihan Aydin anî ziman ku nedîtina statuyê ya di qanûnê de kêmasiyeke mezin e û wekî Lijneya Giştî ya ÎHDê biryar dane ku biçin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin.

•
1 deqe xwendin
‘Nedîtina statuyê kêmasiya mezin e’

Serhat Toptaş

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin 18 meh in didome. Herî dawî di 5ê Tebaxê de bi derxistina qanûnê re pêvajo derbasî qonaxeke nû bû. Qanûna bi navê ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ku ji 12 xalan pêk tê, bû sedema gelek niqaşan. Niqaqên li ser qanûnê didomin. Tê payin ku di 24ê Tebaxê de  Lijneyek li meclisê bê avakirin. Têkildarî naveroka qanûnê û gavên bêne avêtin Hevserokê Giştî yê ÎHDê Cîhan Aydin nirxandinên girîng kir. Cîhan Aydin anî ziman ku pêvajoya Aştiyê ku di cotmeha 2024an de dest pê kir, di merhaleyên cuda re heta îro hatiye û wiha got: “Pir girînge ku ev mesele di meclisê de tê niqaşkirin. Dîsa avakirina komîsyonê û amadekirina raporê gavên gelek girîng in. Girîng e ku ev mesele li meclisê û di komîsyona ku hemû partî di navde hene tê axaftin. Komîsyonê bang li gelek saziyên civakî û rêxistinên demokratîk kir û li wan guhdar kir. Ev ji bo çareseriyê gelek girîng e.”  

Gavên pratîk lazim e 

Hevserokê Giştî yê ÎHDê Cîhan Aydin da zanîn ku piştî niqaşan hefteyek berê Qanûnek hat derxistin û ev qanûn di Rojnameya Fermî de hat weşandin û got: “Di aliyê hiqûqê de ji bo qanûnê gelek tiştên bên gotin hene. Li ruxmê kêmasiyên vêqanûnê, derketina vê qanûnê nîşan dide ku meseleya kurd hatiye asteke girîng. Meseleya kurd ku heta niha bi teror û ewlehiyê dihat pênasekirin, hatiye merhaleyekê. Raste di vê qanûnê de tarîfeya meseleya kurd lê nekirine. Li ser sedema meseleya kurd tespîtek jî nehatiye kirin. Lê hedefa sereke ya vê pêvajoya zagonî fermîkirina çekberdanê, veger û entegrasyona demokratîk e. Ji ber vê yekê divê mirov zêde ji vê qanûnê ne bendewar be. Niha niqaşa ku dê çawa vegerin didome. Hiqaşa ‘Dê çekan berdin û bên an çekan dînin cihekî dîn û bên’ didome. Ev pirsgirêkên bi vî rengî dê bi gavên şênber û fîîlî çareser bibe. Der barê vê mijarê de di zagonê de xaleke zelal tune ye. Ev nediyarî kêmasî ne, lê dê bi gavên pratîk bêne çareserkirin.” 

Rexne li ber çavan negirtin

Hevserokê Giştî Cîhan Aydin da zanîn ku hiqûq çarçoveyek zelal û pênaseyeke zelal dixwaze û wiha pêde çû: “Me jî gelek caran daxwaz kir. Me got ev zagona ku bê derxistin dê çawa derkeve. Dê sînorê wê çibe, kê têxe nava xwe û divê cudakarî nexe nav. Me gelek rexne kir. Lê mixabin rexneyên me li ber çavan nehatin girtin. Di encamê de ev qanûn derket. Lê ji niha û şûnde ya girîng ev qanûn dê çawa têkeve meriyetê ye. Divê em li ser ‘Dê çawa têkeve meriyetê’ bêtir rawestin.” 

Bêtir erk dikeve ser hikûmetê

Cîhan Aydin, bilêv kir ku ew wekî Komeleya Mafên Mirovan vê pêvajoyê dişopînin û wiha lê zêde kir: “Hem pêvajoya çekberdanê û hem jî pêvajoya vegerê em ê şopandina wê bidomînin. Dîsa berdana girtiyan, vegera kesên li Ewropa em ê bişopînin. Pêvajoya vegera paşve em gelek girîng dibînin. Di vê mijarê de divê hikûmet bêtir maldar û berpirsiyar tev bigere.  Bêtir berpirsiyarî dikeve ser hikûmetê. Divê mijarê de tiştekî zelal tune. Lê Lijneya ku bê avakirin ew ê li ser vegerê hin tespitan bike. Ji ber vê yekê kar û berpirsiyariya vê Lijneyê pir girîng e.” 

Nedîtina statuyê kêmasiya mezin e 

Cîhan Aydin, netîtina statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di qanûnê de jî rexne kir û wiha pêde çû: “Mijara din jî nedîtina statuya Birêz Abdullah Ocalan e. Nedîtina statuyê kêmasiyeke mezin e. Birêz Ocalan ji destpêka pêvajoyê heta niha ji bo çareseriyê rolekî girîng û erênî lîst. Ji bo pêvajo erênî pêş bikeve gavên pir wêrek û mezin avêtin. Di hemû pêvajoyê de rolek pir mezin lîst. Ji ber vê yekê nenaskirina statuyê kêmasiyeke mezin e. Berê Birêz Dewlet Bahçelî xwestibû koordînatoriya pêvajoya çareseriyê bike. Lê ev zagon vê yekê pêşwazî nake. Me wekî ÎHDê ji pêvajoya 2024an heta tîrmeha 2026an raporek berfireh amade kir. Em ê van xebatên xwe yên şopandina pêvoyê berdewam bikin. Bi taybetî dema vê zagonê têxin meriyetê dibe ku pirsgirêk derkevin. Di derketina pirsgirêkan de em ê hewl bidin mudaxil bibin.” 

ÎHDê biryar da biçin Îmraliyê 

Cîhan Aydin herî dawî got: “Me hefteya borî civîna Lijneya Rêveberiyê ya ÎHDê cêkir. Me di civînê de biryar da ku em biçin Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Di vê mijarê de em ê serî li Wezareta Dadê bidin. Piştî ev daxwaza me hat erêkirin em ê biçin bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Eger şert û merc çêbibin em dixwazin li Qendîlê jî bi nûnerên hêzên çekdarî re jî hevdîtinekê bikin. Ew çawa li vê pêvajoyê dinerin û çawa dinirxînin. Em dixwazin raste rast ji devê wan guhdar bikin. em dixwazin hem fikrên xwe bi wan re parve bikin û hem fikrên wan guhdar bikin.  Di encamê de ji bo pêkanîna vê qanûnê ya vegerê dê rêveber û nûnerên rêxistina li Qendîlê dê biryarê bidin. Di encamê de wekî komele ji bo ev pêvajo bi tenduristî û serkeftî bimeşe û pêş bikeve, ji bo aştî mayînde bibe û ji bo mafên kurdan ên bingehîn ji aliyê zagon û Destûra Bingehîn ve bê mîsogerkirin em ê dinava xebatan de bin û ji nêzîk ve pêvajoyê bişopînin. Nezîkatiya me ya esasî dê li ser pêvajoya aştî u çareseriyê bi ser bikeve ji bo gelek girîng e.  Bi salan e em ji bo aştiyê tîdikoşin. Ji niha û şûnde jî têkoşîna me dê ji bo aştiyê be.”