Nêçîrvan Barzanî û Tuncer Bakirhan civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan re civiya. Li aliye din Mazlum Ebdî û Mesrûr Barzanî jî hatin cem hev.

•
1 deqe xwendin
Nêçîrvan Barzanî û Tuncer Bakirhan civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan re hevdîtinek kir. Li gorî daxuyaniyê di hevdîtinê de behsa giringiya sûdwergirtina ji vê derfeta dîrokî ya ji bo pêkanîna aştiyê hatiye kirin. Di hevdîtinê de hate xwestin her kes piştgiriyê bide pêvajoyê.

Mazlum Ebdî û Mesrûr Barzanî jî civîyan

Şêwirmendê serokkomariya Suriyeyê Mazlûm Ebdî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtinek kir. Şêwirmendê serokkomariya Suriyeyê Mazlûm Ebdî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtinek kir. Derbarê civînê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de rewşa giştî û guherîn û bipêşketinên dawî yên li Sûriye û herêmê hatine nirxandin.