Navenda Çand û Hunera Mexmûrê dest bi perwerdeya hunerî kir

Navenda Çand û Hunerê ya Wargeha Mexmûrê dest bi perwerdeya hunerî kir.

•
1 deqe xwendin
Navenda Çand û Hunera Mexmûrê dest bi perwerdeya hunerî kir

Navenda Çand û Hunerê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) di bin sîwana Dibistana Hunerî ya Şehîd Serhed de, wê mamosteyên muzîkê yên dibistan û şagirtan di warê şan, enstrûmanên bi têl (Gîtar, Tembûr) de perwerde bikin.

Endama Çand û Hunera Mexmûrê Mamoste Helena Babat li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê bi tevlîbûna gelek mamoste û şagirtan daxuyanî da çapemeniyê. Ewil rêz girtin û piştre daxuyanî dan. 

Helena Babat anî ziman ku huner Lêgerina heqiqetê ye û wiha got: “Ji bo civakek bikaribe xwe li ser piyan bigre, divê xwedî li hunera xwe derbikeve. Huner rastiya jiyana mirove. Xwedî derketina li çand û hunera xwe xwedî derketina li pêşeroja civaka xwe ye. Civakek bê huner, civakek bê nasname ye. Rastiya mirov bi rastiya hunera mirov ve girêdayî ye. Lê divê em çand û hunera civaka xwe li ser rastiya civakê bidin jiyîn.

Helena Babat da zanîn ku mew wek xebatkarên çand û hunerê bi ruhê şehîd Serhed, Şehîd Devrîm û Şehîd Mizgîn, dixwazin perwerdeya dibistana xwe ya hunerî bidin destpê kirin û wiha axivî: “Li ser şopa rastiya heqîqetê dixwazîn zarokên xwe fêrî hunera rastî ya civakê bikin. Armanca me ne tenê fêrî amûrên muzikê kirine, armanca me ya sereke kesayetek rast dayîna avakirine.”