NATO bedeneke bê ruh dixwaze

Nivîskar û Dîroknas Erdogan Aydin bal kişand ser encama civîna NATOyê û destnîşan kir ku Amerîka û NATO di şekl de dixwazin kurd nefesê bistînin, lê di esas de kurdên xwedî ruh û vîn naxwazin.

•
1 deqe xwendin
NATO bedeneke bê ruh dixwaze

Lûtkeya 36emîn a NATOyê ku di 7ê Tîrmehê de li Enqereyê pêk hat, di 8ê Tîrmehê de bi dawî bû. Di encamnameya 6 xalan de li ser pîşesaziya parastinê hat rawestandin û bang li Îranê hat kirin. Di encamnameyê de hat gotin ku ger êrîşek li hember endameke NATOyê were kirin weke ku ji hemû endaman re hatiyê kirin were hesibandin û bang li Îranê hat kirin ku dev jê hilberîna çekên nukleerî berde.

Nivîskar û Dîroknas Erdogan Aydin li ser civîna NATO ya li Enqereyê û encamên ku bi xwe re pêş bixe axivî. Erdogan Aydin ewil li ser sedema civînê ya li Enqereyê rawestiya û got: “Ji ber ku civîna NATO li Enqereyê pêk hat, dê hin encamên wê yên diyar pêk bên. Bi taybetî di lehê Tirkiye û AKPê de dê encamên wê û zêdekên wê hebin.”

Erdogan Aydin li ser encamên ku pêş bikevin jî rawestiya û wiha axivî: “Beriya her tiştî divê mirov taybetmendiya vê civîna NATO bibîr bixe. Ev civîna NATO her ku diçe bi şexs û polîtîkayên Tramp re dibin yek parçe. Gaveke nû ya Enperyalîzmê ye. Ev civîna NATO dê bêtir xizmeta Pergala Emperyalîst a cîhanê bike. Civîn di wê astê de ye ku astengiyên li pêş sermayedaran rake, dewletan ji demokrasiyê dûr bixe û bêtir wan bi çek bike, bêtir butçeyê ji çekan re veqetîne. Ev civîna NATO armanc dike ku li cîhanê hemû hêzên ku li dijî pergalê îtîraz bike, wan bitepisîne. Di heman demê de armanc dik ku hemû rêyên enerjiyê û çavkaniyên enerjiyê têxe xizmeta vê pergalê.  Cudahiya vê civînê, li şûna demokrasiyê bîne dinyê, dijberî vê yekê dê geşedanên dijdemokratîk pêş bikevin.” 

Erdogan Aydin li ser siberoja Tirkiyeyê jî rawestiya û wiha axivî: “Di vê civînê de li gel Îranê Rûsya kir hedefa xwe. Ji ber vê yekê hesasiyetên wê yên li herêmê zêde bûn. Aliyî din di şexsê Tramp de armanc dike ku îktîdara Tirkiyeyê bêtir xurt bike. Armanc dike ku di ser îktîdara Tirkiyeyê re hin operasyonan pêş bixe. Ji ber vê yekê dê bêtir destê îktîdara heyî xurt bike. Ev îktîdara ku destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune dike. Dîsa dibe xwedî helwest ku kurd li Îranê tiştekî bi dest nexin.” 

Erdogan Aydin da zanîn ku dema li ser helwesta Tirkiye ya ku du salin li ruxmê pêvajoyê tu gav neavêtiye difikirin, dîsa dema li xurtbûna îtîfaqa Tirkiye û Amerîka dinerin, difikire ku nerîna wan a li hemberî çareseriya meseleya kurd kêm dibe.” 

Dizanin ku bêyî kurdan nabe 

Erdogan Aydin da zanîn ku Amerîka û hêza Emperyalîst êdî dizane ku li Rojhilata Navîn pêvajoyeke bê statuya kurdan nameşe û wiha berdewam kir: “Beriya civîna NATO nûnerê Amerîka Tom Barack, li tevahiya herêmê dîplomasike pir zêde pêş xist. Di vê dîplomasiyê de tişta bal kişand ser xwe, bi Mazlum Ebrî de hevdîtinek dirêj kir. Piştî wê bi sê endamên malbata Barzanî û 2 endamên malbata Talabanî re hevdîtin kir. Dema em li vê dîplomasiyê dinerin, em dibînin ku Amerîka fam kiriye ku ji bo îstîkirara herêmê şert e ku kurd karibin nefesê bistînin. Lê li aliyê din ji ber ku dixwaze bi Erdogan re jî bimeşe, dixwaze bi Erdogan û Netenyahû re guhertinên li herêmê pêk bîne. Niha jî li Sûriyeyê dixwaze bi El Şera re hin guhertinan bike. Ji ber vê yekê di şekl de dixwaze statuya kurd çareser bike, lê di esas û rastiyê de neyê çareserkirin. Ji bo vê yekê jî li formulekî navberê digere. Ez difikirim ku li ser vê yekê li hev kirine an dê li hev bikin. Ji niha û şûnde xuya dike ku dê statuya Başûrê Kurdistanê paşve bikeve. Dê rêveberiyeke navendî ya Iraqê bê xurtkirin. Dê erk û rayeya Herêma Federe ya aborî û îktîsadî bê kêmkirin.” 

Erdogan Aydin li ser statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî rawestiya got: “Kurdan li Rojava bi ked, têkoşîn û hewldana xwe statuyek ava kiribûn. Eger Amerîka piştgirî dabûya vê Statuyê. Em bi Sûriyeyeke demokratîk re rû bi rû hatibûna. Lê dijberî vê yekê statuya ku kurdan bi dest xistine, bêtir biçûk kirin. Ji ber vê yekê destketiyên kurdan ji wan girtin û xistin destê Şara û destê Enqereyê.”  

Nivîskar Erdogan Aydin anî ziman ku wan di civînê de dît ku li ser van meseleyê neaxivîn û wiha pêde çû: “Di rewşeke wisa de mirov nikare li bendê be ku di demeke kurd de statuya kurdan bê xurtkirin. Û statuyawan têxe ewlehiyê. Ev dê xeyal be. Pir aşkere ye ku Amerîka û dewletên cîhanê dizane ku êdî kurd nikarin bê statu bijîn. Lê naxwazin ku statuya ku kurdan wekî gelê din heq kiriye bide wan. Ji ber ku naxwaze kontrola rê û çavkaniyên enerjiya herêmê bide destê kurdan. Dixwaze bi destê rêveberiya Sûrî, Iraq û Tirkiyeyê van rê û çavkaniyan biparêze. Ji ber vê yekê em di demeke ku mafê gelan û demokrasî zêde bi qimet nayê dîtin de dijîn.”  

Erdogan Aydin da zanîn ku dibe ku pir zêde pêvajoya çareseriyê erênî nekeve bin vê bandora civîna NATO. Teqez ev pêvajo dê bimeşe. Dêneyê tasfiyekirin. Ji ber vê yekê dê bixwazin vê pêvajoyê li demê belav bikin û dirêj bikin. Dê hewl bidin ku mafê zimanê zikmakî û xweseriyê nedin gelê kurd. Ev civîna NATO dê hêzê bide vêp polîtîkayê. Mirov nikare bibêje piştî vê civînê Zagona Çarçove ya xurt derkeve holê. Ev dema dijdemokratîk a NATO ye. Dê têkiliyek xurttir bi îktîdara Tirkiyeyê re pêş bixe. Di şekil de dê deriyekî li kurdan veke ku nefes bistîne, lê di rastiyê de dê destur nede ku nefes bistîne. Em di pêvajoya  çareseriya navberê de ne.”  

Erdogan Aydin, da zanîn ku di vê civîna NATO de Îran û Rûsya wekî dijmin îlan kirin û wiha bi dawî kir: “Lê Îsraîlê li ruxmê komkujiya mezin kiriye jî rexne lê nehat kirin. Dîsa li dijî Tirkiyeyê ji tu helwesteke neyînî nehat nîşandan. Ji bo Îranê lawaz bikin û hilweşînin dê hammeyeke nû bidin destpêkirin. Li vir mafê gelan niha xuya nake. Dibe ku ji bo kurdan qadekê veke. Lê ne li gorî ku heq kirine. Îro kurd li herêmê bê dewlet in. Lê têra xwe bi rêxistin in û têra xwe xwedî hişmendiya neteweyî ne. Di rewşeke wisa de ku qasî karibin nefesê bisînin statuya wan bê nasîn, dê di demên pêş de statuya wan dê bêtir xurt û mezin be.”