Muzaffer Yilmaz: Em ê têkoşînê bidomînin

Muzaffer Yilmaz piştî 30 salan girti ma, ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê derket. Muzaffer Yilmaz anî ziman ku heta hemû hevrêyên wî azad bibin dê têbikoşe.

•
1 deqe xwendin
Muzaffer Yilmaz: Em ê têkoşînê bidomînin

Muzaffer Yilmaz piştî 30 salan ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê tahliye bû. Li cihê derketina girtîgehê malbat û hevalên Yilmaz, ew pêşwazî kirin.

Yilmaz li vir axaftineke kurt kir û got, “Ez bi aliyekê xwe yê kêm derdikevim. Heta ku hemû hevrêyên min azad dibin, em ê têkoşîn û hêvîkirinê dewam bikin.”