Mirov dema ji zincîrên xwe hez bike
Di serdema dîjîtal de kapîtalîzm êdî ne tenê keda me, hest, hewes û dema me ya vala jî kontrol dike. Karkirina ji malê, mûçeyên bilind û hezkirina ji kar nayê wê wateyê ku em azad in; ji ber ku kêfxweşbûna bi zincîran, hebûna zincîran ji holê ranake.

Dibe ku aliyê kapîtalîzmê yê herî bêkêmasî ji dêvla ku tu ji karê xwe nefret bikî; karê tu dikî dike parçeyekî jiyana te ya domdar û tu bi heman rengî dijî.
Tu dikarî pir pere qezenc bikî. Dikarî li malê jî bixebitî, dikarî di saeta ku tu dixwazî de rabî, dikarî civîna xwe li kafeyeke li ber deryayê bikî û heta tiştê ku tu hildiberînî, bi rastî jê kêfê bistînî. Dibe ku ev tişt îmtiyazên girîng bin. Lê ev nayê wê wateyê ku şert û mercên karê azad in. Ji ber ku azadî tenê bi rehetiya cihê kar nayê pîvandin. Pirsa bingehîn ev e: “Ez çi hildiberînim? Ez çima hildiberînim? Armanca hilberînê kî diyar dike û li ser nirxa ku derdikeve holê kî xwedî biryar e?”
Biyanîbûn ne nefretkirina ji karê xwe ye
Têgiha biyanîbûnê ku Marx di nivîsarên destnivîsên sala 1844an de nivîsiye, tenê nayê wê wateyê ku mirov ji karê ku dike bêzar an nexweş be. Mirov dikare ji karê xwe hez bike û dîsa jî biyanîbûyî be. Ji ber ku pirsa bingehîn ne ew e ku mirov ji karê xwe hez dike an na; berî her tiştî ev e ku mirov li ser çalakiya xwe çiqas xwedî mafê biryarê ye. Kî biryar dide ku tu çi hilberînî, çawa hilberînî û armanca hilberînê çi ye? Li ser encama nirxa ku tê hilberandin kî biryarê dide?
Mirov dikare afirîner be, jêhatîbûnên xwe bi kar bîne û mûçeyeke bilind jî bistîne. Lê heke ew neçar be ku hêza xwe ya karê li bazarê bifiroşe û di pêvajoya hilberînê de li ser biryarên bingehîn hêzeke diyarker nebe, têkiliyên hilberînê yên ku Marx behsa wan dike hîn jî ji holê ranebûne. Ji ber vê yekê, mûçeyeke bilind bi tenê nayê wê wateyê ku îstismar tune ye. Ya girîng, cih û pozîsyona mirov di nav têkiliyên hilberînê de ye.
Kapîtalîzm rexneyê jî xist nav xwe
Bi taybetî ji salên 1960î û vir ve, rexneyên li dijî kapîtalîzmê tenê bi mûçe û şertên karî ve sînordar nebûn. Mirov li dijî hiyerarşiyê, burokrasiyê, yekrengiyê û bindestkirina afirîneriyê jî derdiketin. Lê kapîtalîzm, li şûna ku van rexneyan bi tevahî red bike, beşeke girîng ji heman rexneyan xist nav xwe.
Îro tu tenê naxebitî; tu “xwe pêk tînî”. Tu tenê erka xwe pêk naynî; tu “li dû hewesa xwe diçî”. Tu tenê hilberînê nakî; tu “li ser xwe veberhênanê dikî”.
Berê li fabrîkayan karker ji aliyê kesê serkar ve dihat kontrolkirin. Îro, bi taybetî di awayên karê dîjîtal de, beşeke girîng a kontrolê ket nav hundirê mirov. Mirov performansa xwe dipîve, ji bo xwe armancan datîne û hewl dide ku her dem xwe bi pêş bixe. Bi vî awayî, kontrola ji derve hêdî hêdî cihê xwe dide xwe-kontrolkirinê.
Mal ji cihê bêhnvedanê, rawestinê derdikeve
Bifikirin wê jiyana karê bêkêmasî ya ku em li ser înternetê dibînin: Avahiyên camî, dîmenên deryayê, qehwe, kompîturên laptopê, demjimêrên karê yên nerm û guherbar... Ev hemû dibe ku xweş bin. Lê ev dîmen xwedî rûyekî din e jî.
Mal dikare ji cihê bêhnvedanê derkeve û bibe nivîsgeh. Telefon û kompîtura te dikarin bibin sedem ku cihê karî her tim li cem te be. Heta dema vala jî dikare bibe “veberhênanek” tê hêvîkirin ku di pêşerojê de nirxeke aborî biafirîne.
Werzîşkirin, pirtûkxwendin, fêrbûna zimanekî nû û ger jî dikarin hêdî hêdî wekî rêbazên ku em bi wan xwe bêhtir nirxdar û berhemdar dikin werin dîtin. Bi vî awayî, mirov ne tenê keda xwe, êdî ji xwe dest pê dike ku wekî projeyekê ava bike.
“Karê ku jê hez dikî bike” têr dike?
Ez nabêjim ku em ji karê xwe hez nekin. Mirov dikare ji karê xwe kêfê bistîne û di dema hilberandinê de xwe pêk bîne. Pirsgirêk ne hezkirina karê me ye. Pirsgirêk ew e ku em dest pê dikin bawer bikin, ji ber karê ku em jê hez dikin, em azad in. Ji ber ku kêfa mirov ji karê xwe digire û hêza civakî û aborî ya li ser wî karî ne heman tişt in. Ji ber vê yekê, pirsîna “Ma ez ji karê xwe hez dikim?” têr nake. Ez li ser karê xwe çiqas xwedî mafê biryarê me? Ez li ku derê nirxa ku hildiberîn im? Demjimêrên karê min kî diyar dike? Ma ez dikarim li ser armanca hilberînê bandorê bikim?
Azadî tenê ew nîn e ku em bikaribin karê ku dixwazin bikin. Azadî ew e ku em bikaribin şert û mercên karê xwe diyar bikin; li ser dema xwe, keda xwe û nirxa ku em hilberînin xwedî mafê biryarê bin. Pirsgirêk ne hezkirin an nehezkirina kar e; pirsgirêk ew e ku em dema karê jê hez dikin, bikaribin bibînin ka em di nav kîjan têkiliyan de ne.
Ji ber ku hezkirina mirovan a zincîrên wan nayê wê wateyê ku zincîr wenda bûne. Carinan qeyd û merbetên (zincîrên) herî bihêz ew in ku mirov fêm nake ku ew zincîr in.


