Mirov bê azadî, azadî bê zanebûn nabe!

Îro em di pêvajoyeke pir zor û gîrîng re derbas dibin. Gelek tişt ser û binê hev bibin jî wêje û huner tu caran ranaweste û her dem rola xwe dilîze û dijî xerabiyê serî hildide.

•
5 deqe xwendin
•Nivîskarên Mêvan

Îro em di pêvajoyeke pir zor û gîrîng re derbas dibin. Gelek tişt ser û binê hev bibin jî wêje û huner tu caran ranaweste û her dem rola xwe dilîze û dijî xerabiyê serî hildide. Albert Camus dibêje: “Wêje bi tena serê xwe serhîldan e!” Gelo roman, çirok û helbest nebûna, halê cîhanê wê çawa bûya? Qirêjî û tarîtiya dinyayê ancax bi wêje, huner û zanistiya estetîkê wê paqij bibe. Wêje zilma zordestiyê bi peyv û hêvokên xwe ve bela wela dike. Lê gotinek heye ku dibêjin: “Nivîskar hene, tarîtiyê ronî dikin, nîvîskar hene roniyê tarî dikin”. Em karin lê zêde bikin, nîvîskar hene li defê dixin, nîvîskar hene bêdeng di hêlîna xwebûnê de bi eşq û bengîtiyê dinivîsîn. Ali Husein Kerim jî yek ji wan nivîskarên bêdeng e. Lê heta niha bi riya gelek pirtûkên xwe kedeke mezin daye ziman û wêjeya kurdî. Ji bo lîsansa xwe çiqas pirtûkên kurdî hene min kire heqîba xwe, romana Ali Husein Kerim bala min kişand: ‘Dar ûl Însan-Rewiyên Sirad El Musteqîm’ bi navê xwe jî balkêş bû lê navê pirtûkê û naveroka pirtûkê pir cuda ye. Pirtûk, 2014’an de ji aliyê weşanxaneya Enstîtûya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanista li Almanyayê hatiye çapkirin. Di romanê de em rastî cîhaneke balkêş tên. Bi vê romanê êdî em bi çavekî din li cîhanê dinêrin. Roman ji hevdeh beşan pêk tê.

Her tişt bi vegera Pîro dest pê dike. Pîro, Silêman, Elî û Dr. Ehmed hevalên zahf nêzî hev in. Ji piçûkayiyê heya ciwaniya xwe bi hev re ne. Lê belê rojek tê Pîro tê girtin. Piştî ku Pîro tê girtin her tişt diguhere. Xeyaleke mezin a her çar hevalan heye. Ew dixwazin di pêşerojê de li welatekî azad, xwedî maf, wekhev bijîn. Piştî ku Pîro tê girtin her sê hevalên din hêviya xwe ji bo hevalê xwe û xeyala xwe mezintir dikin. Girtina Pîro, ji aliyê serdestan ve nabe asteng her weha her sê hevalên din dixwazin xeyala xwe pêk bînin. Her weha di destpêka romanê de Pîro serleheng e. Çimkî vegera Pîro dibe sedem ku her sê hevalên din bigihîjin hev û xeyalên xwe pêk bînin. Her çar heval Pîro, Elî, Silêman, Dr. Ehmed dixwazin welatekî wisa biafirîn ku mirov bi mirovbûna xwe bizanibin. Çima em bi çavên oldarekî bûyeran dibînin? Çimkî nivîskar civaka xwe baş nas dike û civaka ku kurd û neteweyên din bi hev re dijîn baş aniye ziman. Destpêka romanê pir balkêş e. Roman bi helbestekê dest pê dike. Helbesteke ku armanca her çar hevalan rave dike û ji bo vê armanca xwe pêk bînin digihîjin hev. Piştî ku Dr. Ehmed vê helbestê dibihîse zahf di bin bandora vî dengî de dimîne. Di romanê de helbest wek amûreke girîng hatiye bikaranîn. Her çar lehengên romana “Dar ûl Însan-Rêwiyên Sirad El Musteqîm” jî dixwazin bindestiyê veçirînin û bi helbestan armanca xwe dewlewend bikin. Her çiqas rê dirêj û dijwar jî be her çar leheng ji zehmetiyên dijwar re derbas bibin jî roj tê xeyalên xwe pêk tînin. Her weha helbesteke her çar hevalan, dibe sirûda TEVBÛGERÊ.

Dixwazin welatekî her netew, dîn û ziman azad bijîn

Di romanê de herî zêde mafê neteweyan û mirovan li ber çav in. Her çar heval dema ku dixwazin welatekî biafirînin armanca wan ne bi tenê ji bo kurdan e. Her çar heval dixwazin welatekî wisa biafirînin ku her netew, dîn, mezhep, ziman hwd. bikaribe bi azad bijî. Welatekî çawa û bi çi awayî wê biafirînin? Her çend di dîrokê de utopya rexneyên cihêreng di hundirê xwe de bihewînin jî derfeta pêkanînê pir qels e. Dibe ku mîna xuya bike jî çîrokên pêşerojê yên mirovan, danasîna îdealan, rexnekirina serdemên ku tê de dijîn û tê de hatiye nivîsandin û epistemolojîya fîlozofan û lehengên çîrokê jî nîşan dide. Ji ber vê yekê ev celebek girîng a felsefeya siyasî ye. Yekem utopyaya ku tê zanîn xebata Platon a bi navê Dewlet e. Ji Platon heta îro naverok di warê utopyayên siyasî, utopyayên tirsnak, utopyayên dîrokî û hwd. nav û şêweyên cuda gelek utopya hatine vegotin. Avabûna dewletê, peywir û hêzên wê, têkiliyên gel û dewletê, taybetmendiyên ku divê di mirovên dewletê bi rê ve dibin de werin dîtin, hêmanên bingehîn yên erken wan û hwd. mijar û babetên sereke yên dewleta siyasî ne. Di romanê de qala du dewletantê kirin. Xeribistan û Şerqistan. Çima nivîskar li ser çar lehengê ku bi her awayî ve cuda ji xêncî kurdbûna wan hewl dayê civakek an dewleteke ava bike? Di romanê de xelkê Şerqistanê dixwazin zimanê xwe biaxivin, dixwazin çanda xwe biparêzin, dixwazin bibin xwedî sazî hwd.. Ji ber ku Xeribistanê mafên neteweyên cuda, ku kurd jî di nav de, qedexe kiriye, pelçiqandiye, çewisandiye. Li Xeribistanê neteweyên ku zagonên wan pêk neyîne di nav rewşên nebaş de dijîn. Her çar heval ji bo Şerqistanê li ser modelên rêveberiya îdeal difikirin ka dê bexteweriya şêniyên civakê çawa misoger bikin? Ji bo zagon û artêş ku hêmanên bingehîn ên dewletê ne, pîvanên bingehîn çi ne? Ji bo Şerqistanê azadî, wekhevî, mafê zimanê zikmakî û hwd. e. Di van xwestinan de kîjan gel, netewe û serdest di damezrandina civakê de pêşî li neteweyên din jî digire. Di romanê de rêbaz û rêgezên wan aşkera dixuyê. Ev roman bersiva van pirsan di çarçoveya utopyayên siyasî, dînî, civakî de vedibêje. Lehengekî sereke yê romanê