Mîrgan Hacî ya ji Kobanê 3 madalyayên zêr û madalyeyek zîv qezenc kir

Mîrgan Hacî ya ji Kobanê, di Şampiyoniya Hêza Laş a Cîhanê de 3 madalyayên zêr û yek a zîv qezenc kir.

•
1 deqe xwendin
Mîrgan Hacî ya ji Kobanê 3 madalyayên zêr û madalyeyek zîv qezenc kir

Federasyona Rakirina Giraniyê ya Navneteweyî (IPF) 18-29ê tebaxa 2026an li bajarê Sun City a li Afrîkaya Başûr Şampiyoniya Hêza Laş a Cîhanê lidar xist. Sporvanên di bin temenê 18 saliyê de, tevli vê pêşbirkê dibin.

Roja sêşemê, jina ciwan a ji Kobanê Mîrgan Hacî, di Şampiyoniya Hêza Laş a Cîhanê de li Sun City 3 madalyayên zêr û madalyayek zîv bi dest xist.

Mîrgan ji Kobanê ye û bi malbata xwe re li Reqayê dijî. Di salên dawî de, di şampiyoniyên herêmî de, di lîstikên Hêza Laş de navdar bûye.