Mîhrîcana Zarokan didome

11emîn Mîhricana Zarokan a bi diruşma “Zarok bîra siberojê û hunera jiyanê ne” pêk tê didome.

•
1 deqe xwendin
Mîhrîcana Zarokan didome

Di roja 2emîn a 11emîn Mîhrîcana Zarokan a bi diruşma “Zarok bîra siberojê û hunera jiyanê ne” hunerên cur bi cur ên herêma Cizîrê bi beşdariya zarokên ji tevahî bajar û bajarokên herêmê hatin pêşkêşkirin. Mîhrîcan bi sponsoriya Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan bi hevkariya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê heta 3 rojan dewam dike. Di roja 2yan de beşdariyeke girse ya şêniyan amade bûn. Di çalakiyan de koma Şehîd Denîz Efrîn a Mûzîkê, koma Şehîd Yekta ya Şano, koma Şehîd Ziyad Heleb a Govendê, koma Şehîd Viyan a Mûzîkê, koma Şehîd  Dilgeş a Mûzîkê, koma Şehîd Erdal a Şano, koma Zeriyên Xweristî ya Govendên Folklorîk hunerên xwe pêşkêş kirin.

Çalakî bi govendê bi dawî bûn. Festîval heta sibe dewam dike û bi dawî dibe.