Mexmûriyan Hozan Serhed bi bîr anî
Dibistana Şehîd Serhatd li Wargeha Mexmûrê Hozan Serhed bi şahiyekê bi bîr anî

Dibistana Şehîd Serhed a girêdayî Navenda Çand û Hunera Mexmûrê û Stêra Zêrîn bi wesîleya 27emîn salvegera hunermendê şoreşger Hozan Serhed, bi şahiyekê bibîr anî.
Dibistana Şehîd Serhed ya girêdayî Navenda Çand û Hunera Mexmûrê û Stêra Zêrîn bi wesîleya 27emîn salvegera hunermendê şoreşger Hozan Serhed, li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê şahiyeke bîranînê lidar xist.
Di şahiyê de Endam û Rêveberên Saziyên Civakî, Şagirtên Dibistana Şehîd Serhed û gelek şêniyên Mexmûrê amade bûn. Di salona şahiyê de wêneyên Şehîd Serhed û şehîdên çand û hunerê hatibûn daliqandin, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” hatin berzkirin.
Têkildarî jiyan û têkoşîna Şehîd Serhed sînevîzyonek hate temaşekirin.
Komên Muzîkê yên Navenda Çandê û Stêra Zêrîn, stranên Şehîd Serhed pêşkêş kir.
Navenda Çand û Hunerê jî Hozan Serhat bibîr anî
Endamên Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê jî bi heman armancê Hozan Serhat bibîr anî. Çalakiya bîranînê ku li navenda saziya Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê hate lidarxistin, şagirtên Dibistana Şehîd Serhat tevlî bûn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Em hunermendê xwe yê nemir Hozan Serhed û hemû şehîdên hunerê, yên di oxira azadiyê de canê xwe fedakirine bibîr tînin, soza xwe ya, xwedîderketina li keda wan careke din nû dikin.”


