Mexmûriyan cenazeyê Seîd Çomlek bi girseyî oxir kirin
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Mexmûrê Seîd Çomlek ku duh jiyana xwe ji dest da, li wargehê bi merasîmek girseyî sipartin axê.

Duh Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Mexmûrê, Mamosta Seîd Çomlek jiyana xwe ji dest da. Bi sedan şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) cenazeyê Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Wargeha Mexmûrê, Mamosta Seîd Çomlek ji nexweşxaneya Şehîd Hogir ber bi goristanê ve oxir kirin. Bi sedan welatiyên Mexmûrê cenazeyê Seîd Çomlek li Goristana Şehîd Nûjîn spartin axê.


