Mexmûrî bi wesîleya 1ê Îlonê bi meşaleyan meşiyan
Meclisa Îştar ya Wargeha Mexmûrê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê bi dirûşmeya “Di Ronahiya Manîfestoyê de Jin Civaka Komînal û Demokratîk Ava Dike” meşeke meşaleyî lidar xist.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr), Meclisa Îştarê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê “Di Ronahiya Manîfestoyê de Jin Civaka Komînal û Demokratîk Ava Dike” meşeke meşaleyî lidar xist.
Endam û Rêveberên Meclisa Îştarê, sazî û dezgehên civakî û gelek şêniyên wargehê tevlî meşê bûn.
Meşa ku li pêşiya Navenda Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir, heya Parka Şehîd Delîla dom kir. Girseya meşê wêneyên Rêber Apo, alên Meclisa Îştarê, pankartên “Dem Dema Îştarê ye” bilind kir û gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Aştî” hatin berzkirin.
Jinên ciwan di kortejên meşê de, bi cilên gelêrî xwe xemilandibûn û bi erbaneyê reng didan meşê.
Piştî ku girseya meşê gihişt Parka Şehîd Delîla, li vir daxuyaniyek hat dayîn.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, Endama Meclisa Jinên Ciwan Kajîn Ozek daxuyanî da û got: “Ev şer bû sedema mirina milyonan mirovan, koçberkirina civakan û wêrankirina bajar û gundan. Ji ber vê dîroka giran, 1ê Îlonê di gelek welat û tevgerên aştiyê de bûye roja bîranîna şer û daxwaza aştiyê. Ji bo me, 1ê Îlonê tenê roja bîranîna qurbaniyên şer nîne. Ew roja ku em careke din li ser encamên şer difikirin û dibêjin ku pirsgirêkên civakan bi çek û zordariyê nayên çareserkirin. Şer jiyana mirovan wêran dike, malbat ji hev dixe, mirovan ji warên xwe dûr dixe û birînên ku salan dimînin li ser civakê dihêle. Ciwan Kajîn xwest şer bi dawî bibe û aştî pêş bikeve û daxwazên xwe yên ji bo aştiyê anîn ziman.


