Meşa ji dojehê heta bihûştê

Di civaka êzidî de tê gotin ku ‘jin beriya rojê li vî welatî şiyar dibin, ji ber ku li vî welatî jin rojê diwelidînin.’ Gelo ji ber vê ye ji niştecihên vê herêmê re dibejin rojperest.

•
3 deqe xwendin
•Nivîskarên Mêvan
Meşa ji dojehê heta bihûştê

Di civaka êzidî de tê gotin ku ‘jin beriya rojê li vî welatî şiyar dibin, ji ber ku li vî welatî jin rojê diwelidînin.’ Gelo ji ber vê ye ji niştecihên vê herêmê re dibejin rojperest. Welatê ku jinan lê roj diwelidand, di sibeha 15’ê Tebaxa 2014’an dan de, roj wekî her tim hilnehat, ronahiyê cihê xwe ji tarîtiyê re hiştibû. Wê rojê ji bo xelkê gundê Koçoyê jiyan û mirin cih bi hev guhertibûn. Di vê rojê de, çavên cîhanê kor, guh ker, wext sekinî bû û tevahiya hêzên cîhanî pişta xwe dabûn wan. Êdî ne asîman û ne jî roja ku her sibeh jinan ew diwelidandin wekî xwe bûn. Ziman lal bîbûn, qêrîn vegeriyabûn bêdengiyêke mezin. Mirinê cih ji jiyanê standibû, çarenûsa gundiyên Koçoyê li ser lêva şûrên zebaniyên dojehê bû. Birînên di dilê gundiyên Koçoyê de vebûne dê tu caran qemûşk negirin. Piştî fermanê gelek kesên vegeriyan ser warê xwe hene lê jiyana wan tev hatiye guhertin û tu şopê jiyana wan a berê li ser vê axê nemaye. Edî ne çîrokên evîndariyê, ne yên lehehgiyê, ne jiyanê, ne lîstokên zarokan û ne jî xemgînî-kêfxweşiyên wan dibûn wekî yên berê. Ji ber ku Koço di peşêroja xwe de winda bibû. Ya ku mirovan li ser lingan dihêle di vî welatî de jî ‘hêvî’ ye. Li şûna em êş, keder û rastiya serpêhatiyên jinên êzidî bînin ziman werin em bi hev re ji devê jinên ku bi xwe ev rastî jiyane guhdar bikin.

Tiştên DAIŞ'ê dianî serê me mirov naxwaze xeyal bike

Cemîle Xelîl Reşo ya ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin wiha dibêje: “Di 3’ yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin, di wan deman de ketin gundê me jî lê beriya çete bikevin gund em 10 malbat li hev kom bûn û me berê xwe da çiyayên Şengalê. Piştî me çeteyên DAIŞ’ê dikevine gund û 11 rojan gundê me dagir dikin. Di wan 11 rojan de tiştek bi tu kesî nekirine. Wan xwestiye gund hemû bibin misilman. Lê gundê me misilmantî nepejirandiye, bedelê wê mirin bûya jî ji ser baweriya xwe venegeriyan. Pişt ku kes nabe misilman, hemûyan li dibistana gund kom dikin. Di roja 15’ê tebaxê de mêran jinava wan derdixin, li cihekî dûrî dibistanê hemûya dikujin, jin û zarokan jî dibin difiroşin. Ew 10 malbatên ku em ji gund derketibûn bi hêviya ku çiya dê me di hembêza xwe de biparêzin, em ketin ser rêyeke bêveger. Me dizanî ku piştî gundê Girzerik, Sîba Şêx Xidir û Tilezer dê êrîşî gundê me jî bikin. Kiryarên ku DAIŞ’ê li gundê din kiribûn di nav me de zû belav bû û tirsek dabû avakirin. Gundê me dûrî çiya ye. Hevjinê min ji berk u li Zaxoyê kar dikir ne li gel me bû. Ji bo em biçin çiya pewîst dikir em destpêkê biçin navenda Şengalê. Lê dema em gihîştin Şengalê derdora me hat girtin û em ketin destê wan. Li wir em li seyaran siwar kirin. Êdî di wan kêliyan de em bi wê çarenûsa ku jê direviyan re rû bi rû man. Yên ku li ser wê rêyê bûn hemû hatin girtin û em birin navenda Şengalê. Tiştên anîbûn serê gundên din anîn serê me jî. Ji derveyî jin û zarokan kes nehîştibûn. Piştî Şengalê em birin Tilefer û ji wir jî birin bajarê Baadûşê. Hejmara me pir zêde bû. Me nedizanî hejmara me çiqa