Meşa Azadiyê li Kolnê dest pê ki

Ciwanên kurd ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşa azadiyê dan destpêkirin.

•
1 deqe xwendin
Meşa Azadiyê li Kolnê dest pê ki

Li bajarê Kolnê yê Almanyayê, bi sedan ciwanên Kurdistanî di çarçoveya “Meşa Azadî û Demokrasî” de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civiyan. Meş, ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê hat organîzekirin, daxwazên azadî, demokrasî û yekîtiya gelê kurd li ser sehna Ewropayê careke din nîşan da.

Berî destpêkirina meşê, ciwan li salona EuraSal a Kolnê di çalakiyek hevbeş de hatin cem hev. Di bernameyê de endamê Sekreteriya Îmraliyê Çetin Arkaş bi rêya Zoomê tevlî bû. Hevseroka KCDK-Eyê Zubeyde Zumrut û nûnerên Tevgera Ciwanên Kurd a Ewropayê jî axaftin kirin. Bername bi daxuyaniyek li ser girîngî û armanca meşê dest pê kir û piştî wê deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdan hate lidarxistin.

Zubeyde Zumrut: Aştî ji şer dijwartir e

Hevseroka KCDK-Eyê Zubeyde Zumrut bi silavkirina ciwanan dest bi axaftina xwe kir û serkeftin ji bo meşê xwest. Wê got ku li gelek deverên Kurdistanê û Ewropayê agahiyên şehadet û xemgîn hene û vê yekê berpirsiyariya hemû kesan zêde dike. Zubeyde Zumrut got: “Aştî ji şer dijwartir e. Pêvajoya ku em tê de ne ji pêvajoya şer gelek zêdetir hişyarî û berpirsiyarî dixwaze.”

Wê diyar kir ku bi saya têkoşîna gelê Kurd û fedakariyên şoreşgeran dewlet neçar ma ku bi Abdullah Ocalan re bikeve diyalogê de. Wê got ku Rêber Apo 27 sal in di şert û mercên giran ên tecrîdê de li ser berxwedanê ye.

Zubeyde Zumrut bang li ciwanan kir ku piştgirî bidin vê pêvajoyê û got: “Bi têkoşîna ciwanan, destkeftiyên gelê kurd têne parastin û ewle dibe. Bi axaftina xwe bi bîranîna şehîdên Kurdistanê û gotina “Şehîd Namirin, Jin Jiyan Azadî” qedand.

Çetin Arkaş: “Em ne ji ber bêhêziyê hatine vê qonaxê”

Çetin Arkaş bi silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku di rojên dawiyê de li Bakurê Kurdistanê merasîmên bîranîna şehîdan û xebatên xatirxwestinê têne lidarxistin û gelê Kurd bi awayekî bi rûmet li şehîdên xwe xwedî derdikeve.

Çetîn Arkaş da zanîn ku pêvajoya niha ya çareserî û muzakereyê divê wekî têkçûn an teslîmbûn neyê dîtin û wiha berdewam kir: “Em ne ji ber ku bêhêz bûn, an ji ber ku bêçar mabûn hatine vê xalê. Şer gihiştiye qonaxa dawî ya ku dikare bi awayê leşkerî were meşandin. Ji vir û pê ve têkoşîn bi rêbazên siyasî, demokratîk û aştiyane dikare berdewam bike. Ciwanên Rojhilat, Bakur, Başûr û Rojava divê yekîtiya xwe ya demokratîk xurt bikin û dengê hevbeş biafirînin. Ciwanan divê zimanê xwe, çanda xwe û dîroka xwe biparêzin. Divê ciwanên ku li Ewropayê dijîn, xwe bi gelê xwe ve girêdayî bihêlin. Xwe qet wekî zarokên miletek bêkes nebînin. Hûn xwedî dîrokek dewlemend û mîraseke mezin in.”

‘Xwe ji bo qonaxa nû amade bikin’

Çetîn Arkaş diyar kir ku piştî salan şer û berxwedanê, niha qonaxeke nû ya avakirin û nûjenkirinê tê. Ji bo vê yekê jî zanîn, perwerdehî û şarezayî pêwîst in.” 

Çetîn Arkaş bang li ciwanên Ewropayê kir ku xwendina xwe bidomînin, zimanên cihê fêr bibin û şarezayiyên nû bistînin û wiha lê zêde kir: “Divê welatên ku lê dijîn wekî cihên demkurt bibînin, lê divê her dem ji wan tecrûbe û zanîn bistînin.

Piştî bernameya êvarê, ciwan li pêşiya Stasyona Navendî ya Kolnê (Hauptbahnhof) civiyan û bi daxuyaniyekê dest bi meşê kirin. Bi sedan ciwanan di navenda Kölnê de nêzîkî 10 kîlometre meş kirin û daxwazên xwe gihandin raya giştî. Di meşê de gelek caran sloganên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Zindanan” û “Jin Jiyan Azadî” hatin bilindkirin.

Di çarçoveya çalakiyê de her wiha sinevizyonek li ser jiyana şehîdan hate pêşkêşkirin. Di sinevizyonê de jiyan, têkoşîn û fedakariyên şehîdan ji aliyê beşdaran ve bi hestyarî hate şopandin.

Piştî qonaqa yekem a meşê, ciwan êvara xwe li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dortmundê derbas dikin. Di 5ê Îlonê de jî dê bi awayekî girseyî beşdarî Festîvala Çanda Kurd a 34emîn a ku li Dortmundê tê lidarxistin bibin.

“Meşa Azadî û Demokrasî” bi armanca ku daxwazên azadî, demokrasî û yekîtiya ciwanên Kurd li Ewropayê bihîne rojevê berdewam dike û hewl dide ku bala raya giştî li ser daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bikşîne.

Meş dê sibê bidome

Li bajarê Kolnê yê Almanyayê, meşa azadiyê ya ciwanên Kurd ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye, sibê saet 09.00’an dê berdewam bike.

Meş, ku li Kolnê dest pê kiriye, dê bi meşa ber bi 34emîn Festîvala Çanda Kurdî, ku dê di 5ê Îlona 2026an de li Dortmundê were lidarxistin, bi dawî bibe. Ciwanên Kurd dê piştî meşê bigihîjin cihê festîvalê û bi awayekî komî beşdarî festîvalê bibin.

Di dema meşê de daxwazên azadiyê û aştiyê dê were derxistin pêş û bang li bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsa Kurdistanê dê bê kirin.

Ciwanan bi vê meşê ya ji Kolnê ber bi Dortmundê ve armanc dikin ku hem daxwazên xwe bigihînin raya giştî û hem jî bi beşdariyeke berfireh beşdarî 34emîn Festîvala Çanda Kurdî bibin.

Meş sibê saet 09.00an dest pê dike û dê bi beşdarbûna ciwanan di 34emîn Festîvala Çanda Kurdî de li Dortmundê bi dawî bibe  Brusk Bagok