Merasîma bîranînê ya li Wanê di roja sêyemîn didome

Şîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe dane, di roja sêyemîn de bi girseyî dest pê kir.

•
1 deqe xwendin
Merasîma bîranînê ya li Wanê di roja sêyemîn didome

Li Wanê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane, bi pêşengiya Komeleya Yekîtî, Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) şîn hat danîn. Roja seyêmîn û dawî ya şînê bi dirûşma “Şehîd Namirin” dest pê kir.

Wê îro di saet 11:00an de ji bo şehîdan mewlûd bê xwendin û di saet 14:00an de jî bernameya bîranînê were lidarxistin. Hat zanîn ku dê li sînevziyonê li ser bîranîna cangoriyan hatiye amadekirin, were nîşandan.

Serdana şînê bi girseyî didome.