Mehdî Tevekulî: Hunermendê Şoreşa Jin Jiyan Azadî
Pirsgirêka rejîmê bi hunermendan re ne ji ber berhemên wan ên hunerî ye; pirsgirêk ew e ku huner dikare rastiyekê nîşan bide ku nayê kontrolkirin. Ji ber vê yekê, her dengê azad dibe tiştek ku desthilat dixwaze bêdeng bike.

Di roja 27ê tîrmehê de, li ser rêya Bane-Sineyê bûyereke tal û xemgîn qewimî. Hêzên Komara Îslamî ya Îranê li ser otomobîlek sivîl gule reşandin û di encamê de wênekêşê kurd Mehdî Tevekulî, dayika wî Meryem Eslanî û xwişka wî Sumeye Tevekulî jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê bûyerê, ragihandina fermî ya rejîmê îdia kir ku kesên di otomobîlê de bûn endamên PJAKê bûn. Lê malbat û gelek kesên li Sineyê ev îdia red kir û gotin ku ew kesên sivîl bûn û bi awayekî hovane û bê pirs û îfade hatine qetilkirin. Di gelek bûyerên berê de jî rejîm hewl daye ku rastiya bûyeran di çarçoveya xwe de nîşan bide û pêşî li belavbûna agahiyên din bigire. Lê belê, gelek caran dengê malbatan û civakê li dijî vê gotinê derketiye.
Piştî kuştina Mehdî Tevekulî û malbata wî, gelê Sine û derdora wê xwedî li wan derket. Tevî zext û dorpêça hêzên ewlekariyê, bi hezaran kes beşdarî merasima wan bûn. Ev beşdarî tenê merasîmeke oxirkirinê nebû; ew di heman demê de nîşanek bû ku gel wê ti caran li beramberî kiryarên vê rejîmê serî netewîne. Li ser gora Mehdî Tevekulî hat nivîsandin: "Ey şehîdê Kurdistanê, em te ji bîr nakin û em ê tola te rabikin." Ev peyam hest û hêrsa civakê nîşan dide, her wiha nîşana berdewamkirina têkoşîna Jin Jiyan Azadî ye. Bîranîn û xwedîderketina li şehîdan berxwedana gel li hember rejîmê ye.
Bêguman Mehdî Tevekulî tenê wênekêşek nebû. Ew hunermendek bû ku bi kameraya xwe jiyana gelê xwe tomar dikir. Wêneyên wî êş, kêfxweşî, têkoşîn, berxwedan û hestên civakê nîşan didan. Wî bawer dikir ku huner dikare tiştên ku nayên gotin bi zimanekî din ragihîne. Di pêvajoya Kobanê de jî Tevekulî bi çalakiyên civakî pêşengî ji gelek xebatên çand, huner û polîtîk re kir. Ew bi tenê li pişt kamerayê nesekiniya; bi hêza xwe ya rêxistinkirinê gelek kes li derdora xwe civandin. Ji ber vê yekê navê wî di bîra gelek kesan de ne tenê wek wênekêşek, lê wek kesekî ku bi gelê xwe re dijî û dixebite maye. Qetilkirina hunermendê welatparêz Mehdî Tevekulî di çarçoveya polîtîkayên giştî yên Komara Îslamî ya Îranê de ye û diyar e ev rejîm naxwaze dest ji van polîtîkayên xwe berde. Di salên dirêj de, gelek çalakvanên medenî, rojnamevan, hunermend, nivîskar û kesên ku azadiyê dixwazin rastî girtin, zext û cezayan hatine. Di her qada ku dengê civakê dikare bihêz bibe de, desthilat hewl daye kontrolê zêde bike. Ji kolberên li ser sînorên Kurdistanê heta hunermendên li bajarên mezin ên Îranê, gelek kes dibin mexdûrê polîtîkayên tund. Kolber ji ber ku ji bo debara malbatên xwe kar dikin her tim xetereya kuştinê li ser wan heye û bi salan bi vê rastiyê re dijîn û têdikoşin. Çalakvan ji ber ku dengê xwe bilind dikin têne hedefgirtin û hunermend jî, ji ber ku dikarin hest û ramana civakê veguhezînin dibin armanc.
Bûyera hunermenda îranî Perestû Ehmedî jî mînakek din e ku di van demên dawî de qewimî. Wê bi wêrekî konser li dar xist û bi dengê xwe derket pêş. Di demekê de ku gelek jin li dijî qedexeyên zêde yên li ser jiyana xwe radiwestin, dengê wê bû sembola daxwaza azadiya îfadeyê. Ji Perestûyê re ji ber li hewşa avahiya çand û hunerê ya bajarê Îsfehanê konserek daye, cezayê qemçiyê hat dayîn. Wêrekiya Perestû hêz da hemû jinên Îranê û dîsa ev rejîm xiste nav tirs û xofeke mezin.
Çavkaniya vê tirsê tenê huner nîne; meseleya sereke bandora hunerê ye. Hunermend dikarin tiştên ku desthilat dixwaze vebişêrin derbixin holê. Her wiha li Îranê hunermendî ne pîşeyek jirêzê ye. Ji bo tu stranekê bibêjî, ji bo tu wêneyekî bikişînî, ji bo tu gotarekê binivîsî divê tu her tiştî bidî ber çavan. Nasnameyek siyasî ya hunermendan jî heye û civak jî wisa li wan temaşe dike. Çand û huner her tim li Îranê ji çekê bihêztir û bibandortir bûye. Bûye sedema şoreşan. Ji ber ku ew rasterast digihîje hiş û dilê mirovan. Komara Îslamî baş dizane ku kuştina kesekî dikare laşekê ji holê rabike, lê nikare hemû bîranînan bikuje. Wêneyên Mehdî Tevekulî, stranên hunermendan û gotinên nivîskaran di bîra civakê de dimînin. Ji ber vê yekê, hewla kontrolkirina hunerê û bêdengkirina hunermendan, hewleke vala ye û nagihîje encamê.
Pirsgirêka rejîmê bi hunermendan re ne ji ber berhemên wan ên hunerî ye; pirsgirêk ew e ku huner dikare rastiyekê nîşan bide ku nayê kontrolkirin. Ji ber vê yekê, her dengê azad dibe tiştek ku desthilat dixwaze bêdeng bike. Lê dîrokê nîşan daye ku huner û hestên welatparêziyê bi taybet di kesayeta şehîd Mehdî Tevekulî de wê her tim zindî bimîne. Wê şagirtên Mehdî kameraya wî li erdê nehêlin. Mehdî Tevekulî jî îro ne tenê wek wênekêşekî kurd tê bibîranîn; ew bûye beşek ji bîra civakekê ku dixwaze rastî were zanîn û dengên azad bêne parastin. Ew şehîdê çapemeniya azade ku wê di berbanga şoreşa Jin Jiyan Azadî de her tim were bibîranîn.


