Meclisa Malbatan li Dirbêsiyê 60 şehîd bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan Dirbêsiyê, bi bernameyekê 60 Şehîdên Azadiyê bibîr anîn.

•
1 deqe xwendin
Meclisa Malbatan li Dirbêsiyê 60 şehîd bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê ji bo Şehîdên Azadiyê bernameya bîranînê li dar xist. Bernameyê bi deqeyeke rêzgirtine dest pê kir. Bi sînevîzyonekê wêneyên 60 şehîdên mehên Tîrmeh, Tebax û Îlonê nîşan dan. Malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nûnerên tevgerên ciwan, jin û partiyên siyasî tev li bernameyê bûn. Piştî pêşkêşkirina sînevîzyona wêneyên şehîdan, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Ebdullah Îso şehîdên tevgera azadiyê û şoreşa Rojava bi bîr anîn û got: “Şehîdan ji bo parastin û hebûna gelê kurd canê xwe feda kiriye.”