Meclisa Jinan: Emê ji bo Rojîn Kabaîş têbikoşin

Meclisa Jinan a DEM Partiyê ji bo kuştina Rojîn Kabaîş, li pêş avahiya DEM Partiyê ya Beyoglu ya Stenbolê daxuyanî da û diyar kir ku dê ji bo aştiyê û edalet û Rojîn Kabaîşê têkoşîna xwe bidomînin.

•
1 deqe xwendin
Meclisa Jinan: Emê ji bo Rojîn Kabaîş têbikoşin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, ji bo xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîş ya di 2024an de li Wanê hat kuştin, li pêş avahiya DEM Partiyê ya Beyoglu daxuyanî da. Di çalakiya ku li ber avahiya DEM Partiyê ya Beyogluya Stenbolê hate lidarxistin de, wêneyên Rojîn Kabaîş hatin hildan û dirûşma “Ji bo Rojîn edalet” hat berzkirin. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê Kamîle Kandal diyar kir ku malbata Rojîn du sal in têkoşîna edaletê dimeşîne û got: “Xwestin ji destpêkê ve kuştina Rojbînê wekî xwe-kuştin nîşan bidin. Lê di dosyeyê de gelek pirs hîn jî bêbersiv mane.” 

Çalakî bi dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.